Öyküler

PÊŞGOTIN



Dema min ev kurteçîrok dinivîsîn, li Batman, Amed, Nisêbîn û gelek deverên din her roj me xebera kuştina welatpêrazan dibihîst. Li gorî min ev kurteçîrok hinek not bûn, ji bo nivîskarên pêjerojê. Dibê ku rojekê van bûyeran bala nivîskaran bikişanda ser wan rojên ku agir dibariya. Piraniya wan di navbera salên 1988-1994’an de hatine nivîsîn. Dema ku min wext didît min dinivîsî. Mercên civaka me û di saziyan de karê birêveberiyê rê nedida û niha jî nade ku em bi awayekî profesyonel karê nivîsandinê bikin.

 

Her hivde kurteçîrokên min jî di Rojnameyên Welatê Me, Azadiya Welat û Kovara Jiyana Rewşen de hatine weşandin.

Lehengên van kurteçîrokan ji jiyana min ne dûr in, ez û ew bi hev re jiyî ne. Her çi qas gelek ji wan bi awayekî madî niha di nav me de nejîn jî, bi awayekî manevî bi me re dijîn.

Li gorî min nivîsandina çîrokan, awayekî dengbêjiyê ye. Gelo dibê ku kesên ku dixwazin bibin dengbêj lê dengê wan nexweş be rêya çîroknivîsîn û romannivîsînê ji xwe re pejirandibin.