Öyküler

BÛKA WELÊT
 
 
 

Dema ku zirezira telefonê dihatê, janek dikete nav parsûyê wê. Hildiçenî û ber bi cihê ku makineya telefonê lê bû dibeziya. Wê di dengê telefonê yê metalîk de, maneyeke olî didît. Heçku telefon dê mizgîniyeke ku ji bo wê tiştekî herî mezin û girîng bû, bidayê.

Çar sal bûn ku di navbera guhê wê û dengê zire zira telefonê de pêwendiyeke xurt û ku hev û din temam dike çêbûbû. Ceribandina Pavlov a di heqê lawirên birçî û dengê zengilê de çêkiribû ji bo Qesîda Hermet heman mînak bû. Çawa ku bi dengê zengil re her dem hinek xwarin ji lawiran re dihat avêtin û dawî ku lawiran dengê zengil dibihîstin ber pê dibeziyan; Qesîda jî dema ku dengê zengilê telefonê seh dikir, kirûya lawirên birçî di nav dilê wê de çêdibû. Berî her kesên ku li malê bûn xwe digihîjand telefonê û bi telaş digot: “Elo!”

Mixabin di van çar salên ku her kêliya wan bi keser, qiriktalî û bêriyê, bihurîn de, tu carî Qesîda dengê ku dixwest bibihîze seh nekir. Lê tu carê jî ew kêmhêvî nebû. Her gav heçkû randevûya wê bi riya telefonê hebe, ew li benda dengê xwediya ku wê jê re digot "cegera min" bû.

Gelek şevan di xewê de dengê zengil bihîstibû û hilçenîbû. Lê bi hêviya nebîri di nav nivînan de mabû li benda berbangê. Gelek şevên weha bêxew bihurandibûn.

Şevek ji şevên xedar, Qesîda di nav nivînan de rûniştî, li stêrên geş dinêrî. Dema ku zilamê wê yê navser ji bo destavê rabû ser xwe; dît ku Qesîda mîna hêkelekî bê ravestan mayiye. Gotê:

- Hermet, dev ji vê rewşê berde. Ne bi tenê keça te çûye. Bi hezeran keçebav û kurebav li ser çiyan in. Ma ya me can e yên xelkê balîcan in. Hemû tebayê hev in. Tiştê ku xwedê nivîsiye dê biqewime. Ma min ji te re nexwend, Nêrgizê di nameya ku li dû xwe hiştibû de gotibû, "Heke hûn ji min hezdikin li pey min negirîn, xemgîn nebin. Dilşa û serbilind bin û heta ji we tê li şoreşê xwedî derkevin.

Qesîda, têgihîştibû ku tewra wê çewt e. Lewma dengê xwe nekir, xwe di nav nivînan de dirêj kir û xwe ker kir. Lê xewa wê nehat. Mêrê wê Bedranê Oso, tê anî der ku hêj jî ew raneketiye û mitaleyan dike. Gotê:      

- Qesîda tu razayî?

Qesîda bi dengekî lomekar:

-Ez dizanim tiştê ku ez dikim ne rast e. Lê çawa bikim. Bê hemdê xwe, xew li min diherime. Ne di destê min de ye. Dikim û nakim Nêrgizê ji bîra min dernayê. Rast e, wele hemû jî berxikên dê û bavê xwe ne. Weled hemû jî kezeb in. Dilê min li ser hemûyan jî diêşe. Li ku deverê pêçiya kê ji wan bipeke, li vir kezeba min disoje.

Mêrê wê bi dilrehmî û nermiyeke ku di heyama xortaniyê de qet nîşanî jina xwe nedida, di ber dilê wê re çû hat:

-Te hay jê heye, dibêjin di vê operasyona dawî de, kurê mala Hemrût, li dora Bîngolê şehîd bûye. Sibe bipirse. Heke malbata wî pê hesiya be û serdaniyê qebûl dikin, em jî herin.

Di wê navê de, Qesîda, "Ka deqeyekê bisekine ew dengê zengilê telefonê nîn bû got.

- Rojeke din a ji rêzê ya malbata Hemdîn bi vê guft û goyê destpêkiribû. Di van çar salên dawî de xem û janan hêlîna xwe li bin çav û li ser eniya Qesîda çêkiribû. Ew mirovên berê çûbûn, hinek din ketibûn şûna wan. Piraniya kevneşop û toreyên xwe nûjen kiribûn. Bedran bi xwe zor dida henekan. Çiqas ku bûyerên dilşewat û dijwar çêdibûn, wî bi qerf û henekan ew dibersivandin. Dema ku televîzyona Tirkî digot "Şevê din ewqas şervan hatin kuştin", wî jî digot; "De biçirînin lawo, biçirînin. Ma derew bi pereyan in. Kes ji ber derewan nemiriye. Çima ev dewlet nakeve pêşbaziya derewan. Hey di tu warî de nabe yekemîn. Belkî ji xwe re bibe şampiyonê derewan."

Bedran bûbû zana û pisporê şîrovekirina dengûbasan. Berî ku spîker dawiya hevoka xwe bîne, wî dawiya hevokê dianî û qerfek li gorî vê nûçeyê diafirand.

Dema ku Qesîda dengê jenerîka dengûbasê televîzyonê dibihîst, digot:

- Kuro, tu bi Xwedê bikî, her êvar dengê van bêbavan neyîne me.

Bedran, destên xwe li hev didan û bi tiqetiq digot:

- Keçê, tu ji tama derewan fêhm nakî. Raweste, min rehet berde, qena hinekî bi qeşmerî û tolaziyên wan dilşa bibim.

Roj qamekê bilind bû. Qesida mêw, gul, hejir û tûya di bexçeyê piçûk de av da. Dawî bi pîjikekî axa ku bexdenûs û tûzik lê çandibû veda. Merşek li binê mêwê raxist. Danê kutayî yê ku dê êvarê bikira mehîr li ser sifreyekê reşand; zixurk û zîwan ji nav neqand. Paşê kirasê xwe yê ku gulên li ser çilmisîbûn li xwe kir, şariya xwe ya reş da serê xwe û rêya mala Hemrût girt.

Heyecan, tirs û dilşahiyê di nav dilê wê de bi çavgirtonkê dilîstin. Her kêliyê, yekê şûn dida ya din. Geh tirs li ser textê dil rûdinişt, geh dilgeşî. Car caran jî hêviyeke rengê wê ne zelal, li dora van dilîniyên wê diçû û dihat.

Dema ku Qesîda di ber Pira Eleman re bihûrî salên berê ketin bîra wê. Di destpêka biharê de, di roja Çarşema Reş de, hola li pişt pirê, ji kiras û şariyê keçên ciwan dibû wek gulistaneke bihuştî. Ji bêhna misk û embera keç û lawên ciwan mirov sermest dibû. Govend li dar dibû. Xeleka govendê heta bi nav dehla Hemo diçû. Nêrgiza wê gelek caran bi desmalên rengîn serê govendê kişandibû.

Di nav van mitale û dilîniyên têklîhev de, Qesîda gihîşte mala Hemrût. Keçeke porzerîn û çavfincan ew vexwendî hundir kir. Xezala dayîka Elî, dizanibû ku Qesîda dilkovan e. Rewşa wê dizanibû. Qesîda dest bi girî kir û got:

- Xwikê, Xezalê çi bûye? Porkurê, ya ku hatiye serê me, xwedê neyîne serê tu kesî.

Xezalê ew hembêz kir. Destê wê kire nav mista xwe:

-De ka raweste. Bêhna xwe berde. Dev ji girî jî berde. Min xwelîliserê jî pêşî wekî te, ji girî pê de tu tişt nedikir. Lê, min fêhm kir ku li pey wan qehremanên heft gurçik girîn û nalîn şerm e, fihêt e. Ma qey keçên me pey tolazan ketine. Ma qey lawên me dizî kirine û bûne mişext. Ewên ku li ser bilindcihan tovê mirovahiyê direşînin, ewên wekî melayîketan bêguneh, ji me rûyekî geş û xebateke xweş dixwazin.

Dema ku Qesîda ev şor ji devê xezala dayika du şervanan bihîst hinekî ber xwe ket û hinekî metelmayî ma. Di dilê xwe de got:

-Ez pir bixiroş im, an ew pir xemsar e. Hişê wê li ser pirsa ku dê bikira bû. Hêj careke din nepirsî, Xezalê got:

- Ednan li Çiyayê Spî birindar bûye û êsîr girtine. Ji ber ku birîna wî derman nekirine, çîpekî wî hatiye jêkirin. Mehekê di îşkencê de maye, dawî birine hepsê. Me hay jê nebû. Kengî birine hepsê, wê çaxê hevalan em agahdar kirin. Vê îna were emê herin serdana hepsê. Tu bixwazî bi me re were dê bêhna te fireh bibe.

Qesîda bi mêrê xwe şêwirî. Bi hev re biryar dan, ji bo ku Qesîda bi mala Hemrût re here devê hepsê. Roja înê bi nîvotobusê ya ku ji serdanvanan tije bûbû dane rê. Di rê de çend ciwanan reqandin stranan. Dema ku otobus gihîşte nik pira dehçavî, dilê Qesîda wekî yê keçeke ciwan a ku bigihîje mirada xwe lêdixist. Di temenê xwe de, hêj bajarê ji Mêrdînê mezintir nedîtibû.

Wexta ku di kuçeyên Baxleran ên bi toz de hinekî meşiyan û dawî gihîştine devê deriyê hepsê, kolika nobedaran, têla bi dirî bi ber çavên wê ket. Hinekî dilê wê li hev ket. Bi xiroş û metelmayî li der û dora xwe dinêrî. Piştî ku di çend deriyan re bihûrîn, êdî gihiştin nik odeyeke serdanê. Pêşî Ednan hat. Kulek bû. Bi darê binçengan dimeşiya. Baqek girî, bû xwîn û xwe berda nav dil û cergê Qesîda. Ednan, Qesîdeya ku çend kolanan ji mala wan wê de bû nas kir. Berî ku bi malbata xwe re biaxive, ber bi wê çû:

Dayê tu bi xêr hatî. Hûn çawa ne? Rewş û tenduristiya we çawa ye?

Dema ku Qesîda bi Ednan re diaxivî, Xezalê ji hevalên din re rewşa Qesîda vegot. Ji bo ku ew hinekî moral û zanînê bidinê seferber bûn. Gotinên pak ên ku heçkû ji qalikê zêrîn derdikevin jê re rêz kirin. Her gotinê, wekî ava herik ku bikeve qelş û derzan, di nav dil û mêjiyê wê de cih digirt. Xewneke xweş didît. Êsîrên şer ew bû ku xwe nedikirin şekir û xwe pê nedidan xwarin.

Bi moral, rûgeşî, bawerî û cesaretekî weha diaxivîn, çavên wê li nav serê wê çûn û hatin. Di dilê xwe de digot, "Ji xwe re li vî karî binêrin; ew êsîr in, bi ser de jî cesaretê didin min. Min dilxweş dikin. Di nav lepên van ên wekî gurên har de jî, ji ya xwe daneketine."

Dema ku "gorişme" qediya, ne şingeşinga deriyê hesinî ne birebira qerdiyanan xewna Qesîda ya ku bi hişyarî didît ji ber çavên wê nedibir. Nêrgiza wê ya ku bi delalî hatibû mezinkirin jî cihê xwe di xewnê de girtibû. Di nav gul û kulîlkan de.

Dema ku otobusa wan di beriya Mêrdînê de wekî bayekî zexm ber bi Nisêbînê ve dihat, Qesîda ji Xezalê re digot:

- Cegera min, Nêrgiza min ji welatê xwe re bûye bûk....