Öyküler

XELÎLÊ DÎN
 

 
 
 

Ez li serê kolana arasê leqayî Xelîlê dîn bûm. Wekî her carî bi xwe re dipeyivî. Car caran jî tif dikir. Wexta ku tif kir min zanibû li nav bajêr tiştek qewimiye. Berê xwe da Taxa Qijlê û lezand. Heta ku ji ber çavê min winda bû, min lê nêrî. Carinan bi paş xwe ve dinêrî. Destê xwe bi jor ve dibir, dihejand. Serê xwe jî bi vî alî, bi wî alî ve dibir û dianî.

Roja min, jixwe bi diltengiyekê dest pê kiribû. Piştî dengê guleyên ku êvarê teqiyabûn, hinekî bi guman raketibûm. Van gumanan xewneke xerab bi ser şeva min de anîbûn.

Xewna ku min dîtibû û tifkirina Xelîlo di pişta min de bû janek. Ew fişekên ku êvarê wekî bizotan tarî ronî kiribûn li ber çavên min bûn, teqîna wan di guhê min de bû. Xilmaşbûna min ji êvarê mabû...

Hêj min çend gav neavêtbûn, zûrzûra sîrenê hat guhê min. Bi qasî kişandina cixareyekê ber bi çarêya navenda bajêr ve meşîm. Hinek dikandaran bi xiroş derabeyên dikanên xwe dianîn xwarê. Mirovên ku rûyê wan xwîn jê vekişandî bi tirs ji sûkê ber bi malê ve dikişiyan.

 Her mirinek li vê navçeyê ne girêkeke kor bû. Mirineke ku digot va ye ez têm bû. Mirineke wextê wê kifş û civanê wê kifşkirî bû. Piştî mirinê bi tenê peyva "Wey" ji devan derdiket. Ne hêstir û ne jî yek gotineke din. Teqînek bi tenê. Heçkû demançe yek berik be. Hew teq... Her kesî, ev deng rind dinasî.

Hêj wilo xirecirê dom dikir. Jineke navser, bixeftan û pêxwas, biqêrîn û hawar li çokên xwe dida, porê xwe dikişand û bi lez ber bi arasa mêst ve dibezî. Sê-çar xort û kalekî bi telaş, bi gavên lezgîn, li dûv pîrejinekê bûn. Ji devê Kokimê bi şevqe bi tenê, “Wey” derdiket. Ne dilopek hêstir û ne jî gotineke din.

Di nav xirecirê de çend satilên mêst û tableyeke tijî bacanê sor li erdê gêr bûbû. Bacan heta bi ser cadeyê gindirîbûn.

Pîrejina bi ax fîxan hat li ber yê ku li erdê dirêjkirî bû û bi rojnameyeke rengîn û kevn hatibû nixumandin, rawestiya. Bi hêrs û himet rahişt rojnameyê kire piçepiç. Xwe avêt ser cendek. Çend polîsên fermî xwestin ku pîrejinê ji cendek dûr bikin. Hema ji nişkê ve jineke ji girêdan û rewşa wê dixuya ku hermeta yê ku hatiye kuştin e û çend keçikên ciwantir biçêr û qîr çûne bi ser polêsan de:

-Kûçikino! Hûn destê mêran girê didin û kûçikan bera wan didin. Herin seyên xwe bigirin.

Polîsan bavê lawikê kuştî avêtin dolmîşê û bi lez dûr ketin.

Xelîlê dîn hat, bi lez di ber cendek re derbas û. Dîsa destê wî li ba dibû. Tiştine ku neyên fêmkirin gotin. Li bacan û mastê rijiyayî nêrî. Rahişt bacanekê gezek lê da û dîsa vegeriya ba yên ku li hev civiyabûn. Di bin çavên xwe re awirek avêt cendek.

Xefûrê Elektrîkçî pir ji Xelîlê dîn hez dikir. Her ku Xelîlo li qehweyê, li dikanê an jî li bexçeyê çayê didît, dihat zîq li ba Xefûr radiwestiya, wê demê kifş dibû ku cixara wî qediyaye an jî pêdiveyeke wî heye. Xefûr pêşî henek lê dikir:

-Xelîl ka te plana bajarê Nisêbînê çawa kir, neqediya? Tu çawa mihendiz î.

Xelîl, radihişte pênûs û kaxizekê, xêzikin çêdikirin.

Digot:

-Reîsê belediyê çi ji dinyaya xwe fêm dike. Ha divê ku nexweşxane li vir û mala hekûmetê jî li vir be.

Dû re Xefûr pere didanê û digot:

- Bê tifaq sala were reîsê belediyê tu yî.

Xefûr ji yên dora xwe jî dipirsî:

- Hûn çi dibêjin hevalino! Hûn jî raya xwe nadin Xelîl.

Yên ku li ba wan rûniştîbûn digotin:

- Ma emê reyîsekî ji wî çêtir bibînin.

Xelîlo li ser qaldirmeya (peyarêya) li hember qelevîska rûnişt. Çavên xwe berdan cendek. Mijgûlên wî nedilebitîn. Cixareya wî di devê wî de çikandî mabû. Hêdî hêdî di ber xwe de diaxivî. Car caran jî dibişirî.

Çend deqeyan bi şûn de, çend karmend hatin li ber serê cendek hinek tişt nivîsîn wêneyek kêşandin û cendek avêtin ambûlansa jihevdeketî. Bi tenê pîrejina diya wî destûr stend ku li ambûlansê siwar be.

Dîsa sûka mast saz bû. Danûstandineke bêdilê xwe domiya. Jinên ku ji bêtevgeriyê laşê wan bez girtibû, bi rengê pelê payizê û bi keser tişt û miştên ku kirîbûn di dest wan de rêya mala xwe digirtin.

Xelîlê dîn li çarêya navenda bajêr leqayî Nedîmê dîn bû. Tepek li nav serê wî da û got:

- De here dîno. Bela xwe ji min veke.

Nedîmê dîn şaş ma. Carê Xelîlo dikete girê wî. Yên ku li dora wan bûn jî ew bera hev didan.

Xelîlê dîn bi lez ber bi nexweşxaneyê ve çû. Nedîmo bi nêrînên bêwate ji paş ve lê nêrî û got:

- Dînê beredayî...