Öyküler

MERWAN



Di odeya ku ji wî pê ve tu kes tê de tune bû de, ev bû çar saet ku wekî derwêşekî bikeve zikrê bi serê xwe bû. Xwelîdank ji qûnikên cixareyê misêwa bûbû. Porê wî gij û tevlîhev bûbû. Çend dilopên xwêdanê xwe berdabûn ser fotografê ber wî. Di nav nivînan de pal dabû.

Rahişt fotograf kire nav xelîtika xwe. Xwe li ser piştê dirêj kir. Çavên wî bi zikê xênî ve zeliqî man. Çend deqeyan di wî halî de ma. Deriyê odeya wî bi zîqînî vebû.

Diya wî di dest de melkes, bi dengekî nerm got:

- Berxê min! Tu ne çûyî dibistanê, ne jî çûyî alîkariya bavê xwe. Bavê te bûye wekî hejekî. Hew dikare bi rê ve here. Êvarê dema ku tê malê, dibêje tep û dikeve. Heta nîvê şevê dinale. Me, kekê te da xwendin, me ew qas tab pê re dît. Piştî xwendina heft salan bû textor. Lê agir bikeve mala bêbext û zaliman, laşê wî xirimandin. Me nekarî laşê wî jî bianiya ji serê çiyan. Em ji Nisêbînê çûn heta bi çiyayê dora Lîcê. Rebî kezeba diya wî sûbayî jî bihele, cendekê Fexriyê min neda me.

Merwan, bi nêrîneke vala û bêmane li rûyê dayika xwe nêrî. Got:

- Dayê dev ji min berde. Odeyên din bimale.

Dest bi xwendina pirtûka li kêleka xwe kir. Şeklê kekê wî di nav rêzên pirtûkê re xuya dikir. Rêz tevlihev dibûn. Tiştên ku Merwan dixwend diket guhekî wî di guhê din re derdiket. Dema ku ew û Fexrî bi hev re diçûn girtina masiyan. Dema ku ava sar difirotin û heqê çûyina sînemayê derdixistin. Dema ku li kolanan ew û zarok pev diçûn û Fexrî piştgiriya wî dikir. Serpêhatiyên wî yek bi yek di ber çavên wî re derbas dibûn.

Bûyerek hebû qet ji bîra wî nediçû. Rojekê mamosteyê wî, çima ku netebitîbû, dar li serê wî dabû, şikandibû. Dema ku Fexrî çav lê kir, sedema şikestina serê wî hîn bû. Rahişt kêra kesaxê rêya wî mamosteyî birîbû.

 Wexta Fexrî di fakulteya textoriyê de dixwend, hinek name ji Merwan re dişandin. Di nameyên xwe de gelek henek dinivîsîn. Digot: "Birayê min î şêrîn, kengî ez bûme textor ezê ji te re gelek tiştê xweşik bistînim. Ezê te li dibistaneke rind bidim xwendin."

Gelek caran jî pirtûk û pênûsên rind ji Merwan re dişandin.

Merwan rabû ji nav pirtûkan rojnameya "Yenî Ülke" derxist. Rûpelên wê zîvirandin. Îlana Şehîdbûna Dr.....X careke din jî xwend.

"Pilingê çiya, ji bo welat û gelê xwe bûyî zava, li çiyayê Andok. Bîranîna te rêya me ronî dike. Peyman rûmet e. Em rûmetê naperçiqînin...”

Dawî çiya, daristan ketin bîra wî. Ji xwe biçûkatiya wî li gundekî çiyê bihurîbû. Bi bavê xwe re carinan çûbû nêçîrê. Ew qermîçoka li eniya wî hêj ji zaroktiya wî mabû. Rojekê ew dîsa bi bavê xwe re çûbû birîna keleman. Zivistan bû, her derê qeşa girtibû. Gava Merwan destê xwe avêtibû ku zembelîlkê jêbike gindirîbû, serê wî şkestibû. Ew deq ji wê rojê ve li eniya wî mabû. Ji şeş saliya xwe ve li navçeyê dijî. Gund, çiya, rewşa zaroktiyê wekî xewneke giran û xewneke bixumam di hişê wî de mabû.

Di serapa ku Merwan didît de, kekê wî Fexrî li serê zinarekî wekî abîdeyekî rawestiyabû. Bi rext û fîşekan rapêçayîbû. Çend deqeyan li ser vê xiyala şêrîn fikirî.

Merwan got: "Ev çi xewneke malmîrat bû. Kekê min wekî baraneke nîsanê hat û çû. Bi jiyana xwe şad nebû. Bi xortaniya xwe şad nebû. Lê wî li ber neheqî û zilmê tu caran serî dananî. Her dem jî digot:

- Mirinek bi rûmet, ji jiyanak bi qirêj çêtir e. Dema ku rojname dixwend, bi nûçeyên şewitandina gundan, bi kuştinên meçhûl û cendekên şervanan ên ku di televizyonê de di ber hev re dirêjkirî nîşan didan, pir xemgîn û hêrs dibû. Gelek caran dev ji xwendina rojnameyê berdida. Cixareyek vêdixtist û bêdeng dima.

Her tişt bûbû derzî, bûbû stirî di laşê Merwan radibû. Ne henek dikirin, ne jî bi henekên ku dihatin kirin dikenî. Mirov digot qey her dem çavên wî bihêstir in. Diçû dihat li kaseta Egîd dihisand. Car caran jî di ber xwe de strana "lê dayê bes e binale, nalîn ji me re ne kar e" digot...

- Hêdî hêdî xwesteka Fexrî ya herî girîng a ku her dem jê re xeyal bû li berçavên wî reş dibû. Êdî dev ji qezenckirina fakulteya hiquqê berdabû. Berê digot "Ezê bibim ebûqat, gelê xwe, mirovên jar û bêçare biparêzim. Ev raman ji dilê wî derket. Hêkelê Fexrî ew ber xwe ve dikişand. Di nava dil û mêjiyê wî de qar, hêrs û tolê, ji hev veqetandina bêdawî, bitenahiyeke dûvdirêj govend digerand.

Êvarê piştî xwarina şîvê li odeyê demeke kurt bêdengî çêbû.

Diya Fexrî îskanên çayê tijî kirin. Bavê wî bi kevçîkê çayê şekir diheland. Kevçî li îskanê diket, deng derdixist. Diya wî dest bi axaftinê kir.

-Lawo ez û bavê te bi hev re axivîn. Kekê te şehîd bû. Ji destê me firî. Çûyîna wî di dilê me de kunêrek e. Heta hetayê ji bîr nabe. Fanosa dilê me vemirî, şûşeya dilê me şkest. Qeremê me qutifîn. Me dil heye em te bizewicînin. Qene bila neviyekî me çêbibe da ku hinekî em xwe pê ji bîr bikin. Tu jî hinekî xwe biparêze. Ji bo welêt me şehîdek da. Ka bila her serê malê wekî me yekî ji xwe feda bike. Dû re tu jî xwe bide pêş.

Bi van gotinan birûskek li ber çavê Merwan veda. Tevzînok bi laşê wî ket, sergêjek lê geriya.

Merwan wekî pezkoviyekî ku ji nêçîrvan bireve, an jî şêrekî ku ji qefesê derkeve rabû ser piya, rêya derve girt. Şeveke tijî stêr bû. Ji aliyê Newala Bûnisra û Çiyayê Bagokê ve bayekî hênik dihat. Di vî wextê şevê de bêje hema tu kes li kolanan tune bû. Çend kesê serxweş qîjemîj û dijûn dikirin. Borebora yekî ji wan bû, digirî. Merwan di nav bexçeyê Nafîdo re berê xwe da pira Eleman. Hinek tirs jî di dilê wî de hebû.

Got:

-Heke tîm li van deran hebin. Kemîn çêkiribin, ji xwe bêyî pirsê li mirov direşînin.

-Hêj di nav van tirs û gûmanan de dît ku gihîştiye pirê.

Got:

 -Li cihekî latek hebû. Dema em biçûk bûn di Çemê Çexçex de me sobanî dikir, me xwe li ser wê latê vedizeland.

Ew lat dît, li ser rûnişt. Çemê Çaxçax hatibû birîn. Ava çem berdabûn qenalên pembû. Bêhna kevzê, pûngê diket pozê mirov.

Piştî wê ricifandinê, tayê ew berda. Bi xwe ve hat. Bêhna wî fireh bû. Qasekê ber bi çiyayê Bagokê ve awirên xwe vedan. Stêrek xuricî. Merwan bi dilêkî xweş vegeriya malê.

Ji rojan, în bû. Bavê wî çûbû xutbeyê. Hevalê wî Mehsûm li derî xist. Dayika wî derî vekir û got:

- Delalê min were hundir. Merwan li odeya xwe ye. Nizanim bê çi bela wî ye. Ev çend saet e bêdeng e.

Mehsûm çû odeyê. Piştî çend deqeyan, bi hev re derketin. Ew derketin, bû derketina herî dawî.

Bavê wî li odeya wî, li ser maseyê nameyek dît. Bi tirkî hatibû nivisîn. Name li cem fotografê Fexrî bû. Vekir û xwend:

"Ji ber ku min xatir ji we nexwest û destên ve ranemûsand pir xemgîn im. Ez pir fikirîm. Di navbera zewicandin û şervantiyê de çûm û hatim. Xew nekete çavên min. Laşê min bû wek avê ji xwêdanê. Belê min biryar da, ta ku welat û jiyan azad nebe kar, xweşî û şahî li me heram e. Wasiyeta kekê min li benda min e. Bila dilê we rehet û xweş be, heta roja azadiyê bi xatirê we..... DELÎL...