Öyküler

ROJÊN TAYÊ
 

Li vî bajarî xwepêşdan çêbûbûn. Mirov wekî lehiyê herikîbûn. Dengê sloganan ji kolanên vî bajarî heta bi binxetê çûbû. Ev navçe di gelek ser-rûpelên rojnameyên Tirkan, Kurdan de bûbû manşet. Gelê vê derê li hemberê hovîtiyê, li hemberî qirkirinê, dikanên xwe girtibûn. Lawên xwe, keçên xwe rê kiribûn şer. Welatparêzî wekî şitleke zûhatî li her malê şax dabû. Stran hatin çêkirin li ser navê vê navçeyê. Çiyayê nezîkî navçeyê di hembêz û paşila xwe de egîd hewandibûn û hê jî dihewîne. Dilê vê navçeyê tenik û lezgîn bû. Xîret û rûmet karê zarokên ve derê bû. Leşker û polîsên ku li vê derê wezîfe dikirin şevên bi tirs û xof bihurandibûn. Gelek ji wan di ajpêjgehê de raketibûn, di şevên tijî êrîş de.

Li vê navçeyê cara herî dawî min ew li nav Dehla Xelo ku li Newala Bûnisra ye dîtibû. Me tiriyê miz, hinarên tirş, teraqiyên wekî hinguv, xoxên biav, masiyên beqerî bi hev re xwaribûn.

Ne gelek pişt re li vê navçeyê êdî mirin ji paş ve dihat. Mirinê ji paş ve bi stûyê çelengan digirt û ew li erdê digevizand. Mirineke zer, bêpêjn û bi dizîka. Marekî reş ketibû nav bajêr. Dijminê ronahiyê, çirûskek ronahî li ku bidîta av lê venedixwar. Piçek ronahî, piçek rindî, dilpakî di serê kîjan mirovî de hebûya mar bi wî vedida. Çavên mirovan bişik bûn. Di kolanan de mirov li paş xwe, li der û dora xwe dinêrin. Çav li çavan dinêrin. Madê her kesî zer bû. Mikûzê her kesî kirîbû. Kul ketibû nava vî bajarî. Du pîrek li ser tenûrekê rûniştbûna ji çar gotinên wan yek kuştin, yek jî mirin bû. Çar mêr di dikanekê de li hev biciviyana, gotina wan bi kemîn û birîndarkirinê, bi mirineke li ber çavên her kesî, bi kuştineke ne bi dilê tu kesî dest pê dikir. Di her kuçeyekê de, li her holê, li her araseyê, li her çarşiyê kuştinek bûbû. Cendek qasekî li erdê dima, wisa bêxwedî. Ji devê her kesî ev gotin derdiket: "Wey heyf û xebînet, mala minê! Çi xort bû..."

Bibêje hema xort di kolanan de tune bûn. Bi ku ve çûbûn? Di meha tîrmehê de ev kolan çiqas sar bûn. Rûyekî geş, devekî biken tune bû? Qey kevokên spî nemane, hemiyan xwe reş girê dane. Dengekî zîz di şevê de hew bilind dibe, govend û dîlan jî nemane. Mirin, kuştin, birîndarkirin, mirina zer, mirina bêbext û hew....

Bavê Îrfan digot:

- Xwezî yê min jî wekî yê ev qas dost û cîranan di nava çarşiyê de bihata kuştin. Qene me dê cendekê wî bişûşta. Emê bi laşê wî şad bûna. Me yê gorek jê re çêbikira. Dilê dayika wî dê rihet bibûya. Lê windabûn, windabûna ji nişkê ve. Bêguman, bêagahdarî hêj dijwartir e. Her şev li mala me şîn heye. Ji bîr nabe, wê çawe be.

Li vir çavê rojê ji girî sor bûbû. Heyv ji şerma ji nav ewran dernediket. Çemê Çexçexê, wekî bilûra şivanekî evîndar dinaliya. Bayê ku ji Newala Bûnisra dihat, dilê mirov hênik nedikir, dax dida.

Bavê Xefûr jî, dilşkestî bû. Xefûr berî sê mehan ketibû kemînê li çaryana ba Goristana Şêxreşît, mirinê bi stûyê wî girtibû. Xefûr ji mirinê û kuştinê re amade bû. Ne destvala bû û ronî di nava dil û mêjiyê wî de gur bû. Wî koremar dûrê xwe nedidît. Dizanîbû ku rojekê wê rêya wî bibirin û wê dengê yek teqînê were, an ji wî, an ji wan. Kî dizane ku Xwedê wê ji diya kê bistîne. Ew, ji xwe bawer bû. Mirin li ser seran, li ser çavan bû. Lê valahî li tu kesî nabihure. Hiş û ramanê Xefûr çû ser Mihemed, li çaryana ba Şêxreşît valahî û mijûlbûnê ew efû nekir. Yek berikê mêjiyê wî ji hev belav kiribû. Demançeya wî li ber serê wî bû. Wekî her car qatilan destê xwe hejand, erebeyên "A Takımı” ew heta bi cihê ku ew dê biçûyanê parastin. Li ber çavên melayê camiyê, li ber çavên zarokên taxê, li ber çavên pîrekên mastfiroş...

Bavê Xefûr digot:

- Bêhna xwe fireh bike. Hêvî tu car nayê birîn. Hema te dît ku Xwedê deriyek li me vekir. Te dît ku Îrfan da devê dêrî.

Ev bû sih û neh roj ku Îrfan di vê qula bin xênî de bû. Ji roja ku ew anîne vir ve di bîst û çar saetan de carekê çaryek nanê tisî didanê. Riha wî dirêj bûbû. Lêva wî ji tîbûnê şeqitîbû. Porê wî gij bûbû. Bûbû wekî komek hestî. Nalîna wî wekî vinvina mêşa hingûv derdiket.

Sih û neh roj di nav tarî û bêdengiyê de. Di cihekî bêhnpêketî de. Aveke genî û pîs didilopî bi ser serê wî de. Zimanê xwe dida ber wan dilopan. Zimanê xwe şil dikir.

Kî ne yên ku çavê wî girêdane û ew anîne vir. Çima wî nakujin. Li benda çi ne? Evê çavbeloq, rihdirêj û xwîntal kî ye? Ev pirs wekî xewnekê li ber çavên wî diçûn û dihatin.

Yê dirêj, pozmezin û esmer dîsa bi fîkefîk keniya û got:

- Min îro telefon ji mala we re vekir Îrfanê Ermenî. Min ji bavê te yê Ermenî hinek pere xwestin. Duh yekî din jî ji malbata we hate kuştin. Ev bû şeş kes ku em ji malbata we dikujin. Tuyê jî wekî berazekî bêxwedî di vir de hêdî hêdî bimirî. De bila serokê te Apo bi te ve were. Bila şervan werin te xelas bikin.

Van gotinan bandoreke berbiçav li ser Îrfan neda xuyakirin. Jixwe rûyê wî bûbû mîna rûyê miriyan. Ma rûyê miriyan tê guhertin. Qey tirs û xemgînî û fikar ji miriyan re heye?...

Heta ji Îrfan dihat stran û serpêhatiyên zarokatiyê dianîn bîra xwe. Ji bo ku bi yekcarê xwe winda neke û hişê wî ji bîr nebe, xwe bi xwe re dipeyivî. Navê xwarin û fêkiyan dihejmart. Tirşik, kutilk, metfûnî, bavnelimalk, merge, şorbeşîr, behîv, mişmiş, gwîz, hejîr, kereng yek bi yek dianîn bîra xwe. Ji hal ketibû. Lê dîsa bi serê zimanê xwe navê van tiştan bi bi lêv dikir.

Bîst û heşt salên Îrfan, wekî ku bîst û heşt libê tizbiyê werin kêşandin, bêpêjn bihurîbûn.

Ev çend sal in ku Îrfan bûbû xwediyê baweriyeke xurt. Di binê vê bêdengî û nermîtiya wî de, pîkolî, xizanî û bextreşiya ku li ser dilê wî hatibû neqşkirin, girekî bêemsal aj dabû. Bahoza ku di korta dilê wî de radibû qet nedida der. Zarokatiya wî li nav zeviyê pembû, di xebata ser avahiyan de derbas bûbû. Jiyana dijwar ew hînî sebr û qinyatê kiribû. Beden û mêjiyê wî di nav pêtên agirê jiyana polayî de stewabû.

Di vê qulê de mêjî û bedena wî dida ber hev re. Mêjî binketina laş nedipejirand. Xwest ku rabe govendê. Govendeke bi tenê bigire. Lê laş bi ya dil nekir.

Çokên wî ew ranegirt. Rûnişt û pişta xwe da hêtê kerpîçî. Mişkek ji qulekê derket, kete yeke din. Ji roja roj ve rika wî ji mişkan diçû. Rûyê xwe tirş kir. Jixwe mişkên vê qulê gelekî bêmirês dixuyan li ber çavên wî.

Teptepa lingan hat. Qepaxê çalê vebû. Hinek ronahî kete hundirê çalê. Kifş nedibû çi danê rojê ye. Yekî rihderqîtik, qetek nan li ber danî. Tasek nîvçe av jî da destê wî. Taseke zengirtî bû. Bêhn ketibû avê.

Di dilê xwe de got:

- Qey av jî genî dibe.

Yê rihdirêj got:

- Diya te nanek daye feqîran. Fermana kuştina te betal bûye. Rojnameya Apoçiyên Ermenî û têkîldarên we heyeteke gawiran aniye navçeyê. Qomutanê alayiyê zorê dide me. Vê carê dibe ku tu bifelitî. Lê xelasî ji te re tune ye.

Hezkiriyên Îrfên yek bi yek hatine ber çavên wî. Hev û din hembêz kirin.

Nexwest ew dîmen ji ber çavên wî bireve.

Hêz nebû ku dil bifûre. Jixwe mirin wekî tep tepa lingekî ne berbiçav nêzik dibû lê deqeyek bi tenê jî hêviya xwe ji jiyanê ne birîbû. Çawa ku ên ji her du çavan kor her êvarê bi hêviya sibeheke ronî radikevin, Îrfan jî wilo bû. Dilikê wî nedikarî xwînê germ bike. Loma, xeyala xweş a ku dihate ber çavên wî, tu bandor li ser rûdêna wî nedihişt. Kêfxweşî li ser rûyê wî kifş nedibû.

Destê xwe avêt riha xwe. Neynik hate bîra wî. Ku taqeta wî hebûya, wê bi awayekî ecêb bikeniya. Bûbû mîna sofiyê mala şêx. Gelek caran wî û hevalê xwe tinazê xwe bi xortên birî kiribûn.

Dema ku îfadeya wî girtibûn, neynika wî a berîkê ya ku ala Galatasarayspor li pişta wê neqişandîbû jê hatibû stendin.

Hêj li ser rih û neynikê difikirî, deriyê kozikê bi zîqînî vebû. Nobedar hatibû guhertin. Du kesên ku heta vê gavê Îrfan ew nedîtibûn bûn. Bi telaş terîşeke sor a lewitî li çavên wî girê dan. Bi lez hilkişandin jor. Li texsiyeke nû û spî siwar kirin. Li nav erdekî vala berdan. Texsî bi xuşîn û pir bi lez jê dûr ket. Stêra sibehê hilatbû. Ji bilî dengê panzêr û cîbên tîmên taybet û leşkeran tû his tune bû. Tîmên ku zêde alkol vexwaribûn dijûnên xerab ji hev re dikirin. Xwe ji dê û jinên hev dihekimandin.

Piştî ku dengê texsiyê hew hate sehkirin, Îrfan terîş ji ber çavên xwe bi tirs û şahiyeke têkilhev vekir. Ji Mizgefta Mazilevdîn dengê banga sibehê bilind bû: Elah û ekber, elah û ekber...

Dawî ji du mizgeftên din jî dengê bangê hate bihîstin. Cara yekemîn bû ku Îrfan vî dengî bi hemdê xwe guhdarî dikir. Piştî sih û du rojan ji bilî çend gotinên nobedaran dengek hatibû guhên wî.

Wekî miheke gêj li der û dora xwe nêrî. Ber bi şewqa lembeyên Qamişlo ve nêrî lê çavên wî êşiyan.

Got, “Gelo ez li ku dera bajêr im. Mala me li ku alî ye?”

Qederê nîvsaetê meşî, hate nav malan. Seyek li ber deriyekî vemitandî bû. Carê pir ji seyan dipelikî, lê vê carê guh nedayê, bi hîseke ne diyar di ber se re derbas bû. Lingên wî ew bi rê ve nedibir. Taqet ji çokê wê vekişiyabû. Li ser kevirekî rûnişt, bêhna xwe veda. Pêjna linginan dihat. Lê kesî nedixuya. Dixwest qîr û hawar bike. Awaz nebû. Da xwe rabû, dîsa xwest bizane ka li ku ye, lê mefer nedît.

Di cihê xwe de rûnişt, ma li benda rojê. Di dilê xwe de got: "Karê min ê pêşî ev e, bila dayika min du tenûr nan bipêje. Berxekî ji min re serjêbikin, ezê bixwim û hey bixwim. Ancex têra min dike. Di van ramanan de di xew ve çû. Di nevbera razan û hişyarbûnê de bû.

Bi hilatina rojê re rabû ser piya wekî pîrekî Zerdeştiyan ku li hemberê rojê îbadetê bike. Bi awirên nîvxemgînî û bi bişirîn li rojê dinêrî....