Öyküler

NEWROZA ELÎ
 

Xaniyê wan li derveyê Nisêbînê bû. Ev tax a kesên ku li gundan bê zevî û xizan bû. Yên ku çend pez û dewarên xwe firotibûn, ji xwe re li vê taxê çavek xanî ava kiribûn. Yên ku li nav navçeyê kar bidîta dixebitî. Yên din di zivistanê de li vir diman, bi hatina adarê re berê xwe didan Konya, Antalya, Îzmîr û bajarên Tirkan ên din...

 Elî, li gorî gotina diya wî sî û yek salî bû. Yekî pir dilovan û dilnerm bû. Du sal dibistana pêşîn xwendibû, li gund. Lê dema hatin bajêr, malbata wî nedikarîbû wî bide xwendin. Wî geh sol boyax kiribûn, geh ava sar firotibû û geh jî li ber destê terziyan şixulîbû.

 Elî, bavê sê keç û kurekî bû. Bavê wî sala çûyî çûbû rehmetê. Barê wî giran bû. Sermiyanê malê bû. Çavên şeş kesan li destê wî bû.

Carinan diya wî digot:

- Kurê min Elî, her tişt buha bûye. Bila hermeta te li zarokan binêre. Ez hêj li ser xwe me. Ez dikarim herim matota pembû. Ezê mesrafa zarokan a dibistanê derînim.

Dema dayika wî wilo digot, Elî pir hêrs dibû digot:

- Dayê! Emrê te di xebatê de çû. Qene bila salên te yên dawî hinekî rihet derbas bibin. Qey ne şerm e, tu herî kar û xebatê.

Wekî hemî mirovên navçeyê Elî jî, pir ketibû bin tesîra welatparêzî û şerê çekdarî. Gelek caran li qehweyê di nav civatê de digot:

- Wele şerm û fedî ye. Hûn dibînin keçên me xwe ji bo me feda dikin. Şehîd dibin. Dijmin cendekên wan tazî derdixe televîzyonê. Em li qehweyan rûdinin û serê xwe nixûn dikin. Xwezî ez nezewicî bûma, yek rojê nedisekinîm ezê biçûyama serê çiyê.

Bihar bi hemû xemil û rewşa xwe ve dihat. Xortan dest bi berhevkirina lastîkên erebeyan kiribû. Keçan kincên nû didan dirûtin. Şariyên kesk û sor û zer dihûnandin. Di hemû malan de Newroza îsal dihat axaftin. Gelo Newroza par xweş çûbû yan a îsal dê xweş bibore.

Elî wekî zarokekî heşt salî ku xwe ji bo cejnê amade bike bû. Êvarê rûyê xwe kur kir. Kincê xwe ûtî kirin. Serê xwe şûşt. Ji dayika xwe re got:

- Dayê sibe Newroz e. Divê ku em dilê wê nehêlin. Çawa ku Newroz tê, her der bi kulîlkan tê xemilandin. Bêhna xweş difûre. Divê em jî layiqê vê xweşikayiyê bin.

Elî ji bo roja Newrozê jî wezîfe hildabû ser xwe. Divê li çend kolana bigeriyaya. Ka gel dê li ku saet di çendan de, li hev bicive. Kîjan dirûşme dê bihatana gotin.

Belavokên ku ji komîteyê stendibûn li kolanên ku pê ve girêdayî bûn belav kirin. Bi dilekî rihet hate malê, kete nav nivînan. Qasekê fikirî û di xew ve çû.

Roj wekî sêniyeke sor û geş hilat. Gemar û qirêja erdê hêdî hêdî tevlî mij û moranê bû û xwe ber bi asmên ve hilda.

Hola Newrozê xwe ji serhildaneke nû re amade dikir. Mirov bi qefleyan ji kolanan derdiketin. Qefleya ku digihîşt holê govend digirt. Dilê her kesî dikire kutekut. Gelo kengê ala rengîn dê derkeve holê.

Elî wekî serleşkerekî dabû pêşiya mirovên kolana xwe. Digot:

- Birano ! Bila dijmin we nexapîne. Nekevin heyecanê. Hev bernedin. Heta ku em negihîjin holê, bila kes sloganan nebêje...

Çemê Çexçexê Deşta Bûnisra dixemlîne. Di kela havinê de dilê axê hênik dike. Lê carinan bêbext e. Mirovan dike nav pêlên xwe û heta Binxetê bi xwe re dibe. Di ser çem re di şerê Dinyayê yê Duyemîn de, Elemanan pireke tirênê ava kiribûn. Gelek mirov ji ser vê pirê diketine jêr û bi ber pêlên Çemê Çexçexê diketin. Berî niha çend salan li tenişta pira Eleman ji bo erebe û mirovan pirek hatibû avakirin.

Dema ku mirovên kolana Elî gihîştin ser pirê çend cemse û du panzeran pêşiya wan birî. Elî û berpirsiyarên din gotin:

-Hevalino! Ji hev belav nebin. Hev bernedin. Bila her kes di cihê xwe de rûnê.

Zarok, dayik, pîr û xort, kal û jin hemû rûniştin. Tîmên taybetî ji cemseyan peya bûn û wekî gurê har êrîş kirin. Bû qîrîna zarokan.

Panzeran bi himet da ser mirovan. Fîşeka pêşî li gewriya Elî ket û ji ser pirê kete nav Çemê Çexçexê. Yên ku ketin nav çem, dîsa hatin gulebarankirin.

Her kes li hev digeriya. Ka kî sax e, kî birîndar, kî mirî ye.

Dayika Elî jî li wî digeriya lê ew nedît. Çû mala xwe. Ew li mal jî nedît. Berê xwe da nexweşxaneyê.

Gelek mirî li wir hebûn. Yek ji wan Elî bû. Mirov digot qey di xeweke giran de ye. Devbiken bû. Çavên wî vekirî bûn.

Çawa çavên dayika wî lê ket qîrek da. Şînek got:

Eliyê mino de rabe

Newroza me bê te nabe

Mala van zaliman xira be

Eliyê mino de rabe

Tu çeleng î, tu leheng î

Rabe hêj wext nebû derengî

Govend li benda te heta kengî

Eliyê mino de rabe

Zarok li mal bêxeber in

Romî hatin bi çek û ber in

Em bi mirina te ne bawer in

Eliyê mino de rabe

Qumandarê tîmên taybet mirovekî qelew û dirêj bû. Simbêlê wî heta bi çena wî xwe berdabûn jêr. Rûyê wî tenîkirî bû. Qîrek da û got:

- Qehpê, hûn li zaroyên xwe xwedî dernakevin. Hûn bi Ermeniyan re dibin hevalbend. Pîçên we li serê me bûne bela. Wexta, em wan dikujin, hûn digrîn. Bila ev yek ji we re bibe îbret.

Dayika Elî bi van gotinan hejijî. Dinya li ber çavê wê çû û hat. Dinya li ber çavên wê tarî bû. Bi dengekî bilind got.

- Zû avê ji min re bînin. Ez dê rojiya xwe bişikînim. Bila ev ên çav mirmirk û rû tirş, ev ên zalim bi rewşa me kêfxweş nebin.

Xwişka wê dizanîbû ku tiştê ku ew bike serê xwe bi cih tîne. Rabû hinek av anî, dayê.

Ava xwe vexwar, kêfa xwe anî. Devliken bi mirovê dora xwe re axivî. Hew yek dilop hêstir ji çavên wê barîn.

Gora Elî li nik a bavê wî çêkirin. Hin sosin û gul li ser gorê çandin. Terişên Kesk û sor û zer pê ve girê dan...