Öyküler

MIRINEKE ERJENG
 
 

Tirêna reş a ku di deşta Bismilê de, bi oreora gayekî derblêketî û wekî marê ziha dixuşiya û dûyê reş jê vedikişiya, ji îstasyona Misricê nîvco bi rê ketibû û li Batmanê hatibû dagirtin. Teyr û tilûran di nav dûyê qîrî de qîjemîj dikir.

Trêna reş, serê nîv saetê radiwestiya, lib lib mirov jê dadiketin lê gelek mirovên ku dê ji bo xebatê herin bajarên Tirkiyeyê û jinên ku mast, hêk û mirîşk ji bo firotinê dibirine Batmanê bi qîjemij û bi dengekî bilind bangî hev û din dikirin, dawî jî xwe diavêtin zikê tirêna reş.

Wexta ku tirênê îstasyona Selatê li paş xwe hişt wezîfaderê ku bîletan kontrol dike yê çavspî û bejndirêj bi dengekî ziravik wekî yê jinan:

- Her kes biletinî çiqarsin, got. (Bila her kes bîleta xwe derbixe) Şêxmûsê ku di kursiya kuncika vagonê de rojnameyeke rengîn dixwend, bêyî hemdê xwe dest avête nasnameya xwe. Dawî hişê wî hate serê wî û got; "Tobe tobe ez çi dikim. Nizanim çima ev tirs û şika kirêt ji dilê min dernayê. Jixwe wêneyê li ser nasmameyê yê min e. Navê li ser nasnameyê hatiye nivîsîn mirovekî ji hêla dewletê ve ewle ye. Hêj jî nizanim ev tirsa ku hundirê min dikiritîne ji bo çi ye."

Ji bilî hevalê wî yê ku rêya derxistina nasnameyê ya bi vî rengî nîşan dabû pê de tu kesî hay jê tune bû ku wî nasnameya sexte derxistiye. Dema ku li tirênê siwar bûbû jî pir hay ji xwe hebû. Tu kesên nas ew nedîtibû. Jixwe simbêlê xwe kur kiribû. Porê xwe yê ku berê bi pêş de berdida, niha bi paş ve şeh kiribû. Di nîvê re jî veqatandibû.

Dema ku bêhna wî teng dibû eniya wî xwêdan digirt. Niha jî çend dilopên xwêdanê li ser eniya wî kom bûbûn. Cixareyeke poçiksor vêxist û rojnameya ku lê dinêrî, kire nav kaboka xwe û li deşta hêşîn a bêser û bin û ku heta çav dikare bibîne dûvdirêj dibû nêrî.

-Xêr e birazî, evqas mitale por bi serê mirov ve nahêle.Te çi xem heye? Ma li vê dinyayê temenê me çiqas e. Heta tu çavên xwe vedikî, tu dinêrî ku çendan sel bihurîne. Rojên ku diçin êdî venagerin. Divê tu wan ji dest bernedî. Şîreta min li te ev e, divê ku tu nebî êsîrê demê. Bila her tim wext di destê te de êsîr be. Wê asê bigire. Wext fena çûkê ye. Hew te dît ku firiya. Dem fena çûkê şivan xapînok e.

Wekî ku tasek ava cemidî bi ser rûyê Şêxmûs de were rijandin. Hinekî şewişî, lê zû xwe da hev. Bi çavên geş û rûyekî kenok li nav çavên zilamê navsere yê ku kincên paqij wergirtibûn nêrî.

Yên ku di wagonê de bûn bi awayekî balkêş guhê xwe dane ser.

Zîwerê Xendûkî, piştî ku mizgefta wî ya ku lê meletî dikir kete destê qontreyan dev ji meletiyê berdabû. Têgihîşt ku axaftina wî li xweşiya yên di wagonê de diçe û hinek jê, bi serhejandinê gotinên wî tesdiq dikin, nermenerme axaftin berdewam kir:

-Li zeviyê bextê me, janên soring hatine çandin. Zeviyê me bi zîwan e, qimil ketiyê. Lê xweşkirin û geşkirin di destên mirovan de ye. Kî bike zehmet dê bibîne nîmet.

Her çiqas hinekên di wagonê de dixwestin ku bi axivin jî, lê ji çavên wan kifş bû ku tirsê hêlîn lê çêkiriye. Li Batmana ku her roj çend kes têne windakirin, bi dengekî bilind axaftin ne karê her mêrî ye. Lewma yên di wagonê de bi tenê guhdarî dikirin.

Zîwerê Xendûkî berê xwe da Şêxmûs:

-Goristanek bi serê xwe ji xortan û yên ku tenê kuştin pêk hat, li her kolanê mextelek çêbû. Êdî çavên min bi vî bajarî barnabin. Ezê herim û hey herim. Xwîn dilê min şêlo dike. Bawer bike şev û roj sergêjek li min digere. Baş dizanim ku ezê poşman jî bibim bi çûyîna xwe, lê hew debara min dibe. Êdî naxwazim bibim şahîdê xwînê. Bila dengê xwînê yê giryan neyê guhên min.

Şêxmûs serê xwe kire ber xwe, ji aliyekî ve jî bêhemdê xwe serê xwe dihejand. Tu mane di çavên wî de tune bû. Bi tenê kifş bû ku dan û standina bêhna wî bi lez bû. Gundiyê ku poşiyek belek dabû serê xwe, bi tiliya nîşandekê çûkên ku difiriyan nîşan dan û got:

- Xwezî bi van çûkan. Çiqas azad in.

Zîwerê Xendûkî gotin ji devê zilamê gundî girt:

-Her çûk xwediyê çîrokekê ye wekî mirov û stêran. A niha ev mirovên ku di vê vagonê de ne xwediyê çîrokên giranbuha ne. Lê çîroka herkesî di nav dilikên wan de veşartiye. Bêje ya her kesî bi wan re diçe gorê. Bi tenê hozan û dengbêj kulê xwe derdikin.

Jinikeke navsere şariya xwe ya spî heta ber devê xwe pêça bû, destê xwe yê rastê dabû ber devê xwe û bi awayekî balkêş li axaftinê guhdarî dikir. Xemgînî jê difuriya. Serê xwe dihejand, carcaran jî çavên xwe miç dikirin.

Vê guftugoya bi zimanê çûkan di nav teq û reqa trênê de didomiya. Zîwerê Xendûkî dil nebû ku dev ji Şêxmûs berde. Bi nermî pirsî:

- Birazî diyar e ku tu li hespê xeman siwar î. Erê yên ku mirov di jiyanê de dipijîne, distewîne xem in. Lê divê mirov car caran ji vî hespî peya be û di deryaya coşiyê de sobaniyê bike.

Şêxmûsê ku di van sê mehê dawî de du caran ji kemînê xelas bûbû û di ser mirinê re qewaztibû nedikarîbû telaş û ramanê ji rûyê xwe xef bike. Dema ku hevalê wî Behçet ew bi rê kiribû, jê re gotibû:

- Hevalê Şêxmûs! Bedlekî xweşik li xwe bike, por û rûyê xwe kur bike, ha ji bîr neke bila rojnameyeke rengîn jî bi tere be. Tuyê di niqteyê qontrolê re rehet bibihurî. Heta ji te were xwe rûgeş û bê mitale bide xuyakirin.

Şêxmûs ji bilî şîreta dawîn ên din yek bi yek pêk anîbû. Kincê konduktorê tirênê yê fermî bandorek li ser moralê wî çêkiribû. Xwest ku karibe xwe, bi bişirîn bide nîşan. Li Zîwerê xendûkî vegerand:

- Mamo ez hinekî diêşim. Di trênê de sergêjek li min digere. Lewma moralê min xerabe dixuye. Li min bibore. Hûn axavtina xwe bidomînin guhê min li ser we ye.

Zîwerê Xendûkî keniya:

- Lo birazî, ma porê min di êş de gewr bûye? Nexweşiya sergêjekê ne wilo ye. Ma tu dê ji min re bibêjî?

Şêxmûs hew xwe girt, bi hênceta destavê çû vagoneke din. Lê ji wî we ye ku çavên her kesî li ser wî ne. Li ber pencerê ji piyan sekinî. Hewaya hênik û xweş, di poz û devê wî re xwe berda nav cegerên wî. Straneke zîz, di ber xwe de digot.

Pirsên ku mêjiyê wî mijûl dikirin, cot bi cot û têkil hev bûn. Çûyîn û mayin, mirin û jiyan, tirs û cesaret, girtin û berdan, derve û hundir, welat û xerîbî. Lê her bersiva ku didît cegera wî dikizirand. Mayinê mirin, jiyînê cesaret dixwest. Berdêla welêt jî zindan û mirin bû.

Dema ku hevalê wî Behçet û malbata wî, dikir ku pê bidine pejirandin da ku ew ji bo demekê here Edeneyê an jî Mêrsînê, wî gotibû, çûyina ji welêt li min pir zor tê. Wê çaxê bavê wî gotibûyê:

- Kuro de xwe wilo ehmeq neke, hemû hevalên te îro li Swêd di lotikxaneyan de ne, tu dibêjî ez naçim Edeneyê. Jixwe heta bi Skenderûnê jî welat e.

Şêxmûs bi kelegirî û bihêrs got:

- Pirî hevalên min jî an li çiyê ne û an jî di bin axê de ne.

Dawî jî xwe ker kiribû. Gotina wî ya herî dawî li hemberê malbatê ev bû. Lê êdî hew his û kirên jê hat. Dil û mêjiyê xwe teslîmê malbata xwe kir. Hevsarê xwe spart malbata xwe.

Dema ku trên kete îstasyona Amedê, teptepa dilê Zîwer gihîştibû radeyeke bilind. Wî gelek şevên dijwar, di girtîgeha şaxa siyasî ya Amedê de derbas kiribûn. Her cureyên îşkencê lê hatibê kirin. Her çiqas nedixwest ku di nav hevalan de bandora vê îşkencê nîşan bide jî, her tim dengê îşkenceyan di guhên wî de bû. Ji ber tirsa girtinê, wî gelekî xwe ji têkoşînê dûr xistibû. Lê ketibû nav nakokiyeke dijwar. Dudiliyê xwe berdabû ser mêjî û dilê wî. Dudiliyê ji îşkenceyê bêhtir tade û bandor li ser dikir. Dixwest ku vê êşe di nav dilê xwe de li yekî mukir were û bide der. Lê tevliheviya di nav mêjiyê wî de rê nedida vê yekê û ew bi vê nexweşiya dilşewat re dijiya...

Li îstasyona Amedê, Şêxmûs ji trênê peya bû. Simîtek û îskanek dew kirî. Li qelebalixa gel temaşe kir. Îstasyon wekî roja mehşerê bû. Ên ku dadiketin, ên ku siwar dibûn, ên ku bi ser jinên xwe de diqîriyan, ên ku hev û din hembêz dikirin û rondik dibarandin. Di nav vê xirecirê de, dudiliya Şêxmûs hêj zêdetir dibû. Xwe wekî yekî tirsonek û revok didît.

Dilekî wî digot: "Qey ne şerm e ku tu welatê xwe bişemirînî." Dilê din digot: "Heke tu îşkenceya girtîgeha siyasî ya Amedê bidî ber çavên xwe bimîne."

Şêxmûs di nav deryaya xem û ramanan de melevanî dikir. Pîpika trêna reş bi zûrezûr lê xist. Wezîfedar jî, da ku kes ji trênê nemîne çar pênc caran bi pîpika di devê xwe de fîke fîk kir. Şêxmûs, heçkû xwe biavêje bîreke bê bin, li tirênê siwar bû. Heçkû xwe avêtibû ber pêlên felekê.

Tirenê, di ber keviya Çemê Dîjleyê re, di nav zinar û baniyan re xwe ba dida. Bajarê Mêrsînê, Şêxmûs wekî gepek xwarin, kirê nav zikê xwe yê mezin. Di vî zikê mezin de, ew wekî nokeke windabûyî, di nav êşên xwe de diheliya. Jê re bûbû hesret, ku mirovek silavê bidêyê. Rûyekî geş, gotineke xweş, lêpirsînek jê re bûbû wekî dermanê êşa wî. Lê, ji sibehê ta êvarê di karê çêkirina avahiyan de wext derbas dikir. Êvarê jî, ji halketî bi zor digihîşt mala keça apê xwe.

Karkerên ku Şêxmûs digel wan dixebitî, hemû kesên ku gundê wan hatibû şewitandin bûn. Di nav wan de lib lib kesên ku dibistan xwendine hebûn. Lê Şêxmûs unîversîte şemirandibû. Lewma di heqê gelek tiştan de têgihîşti bû. Pir hindik diaxifî, di nav karkeran de. Lê yên der û dorê tê anîbûn der ku ew mirovekî zîrek û zana ye. Wî di nav wan de bêhtir meyla xwe berdabû ser Sêvdîn. Dema ku bi tenê diman pir henek li hev û din dikirin. Ji ber ku Sêvdîn şivantî kiribû, Gelek tişt ji gerîla hîn bibû. Her gav keser vedidan, serpêhatiyên xwe, bi dilekî geş ji Şêxmûs re digotin. Lê ku rikê wî çêdibû, te bikuşta jî gotin ji devê wî dernediket.

Rojek ji havîna Mêrsînê bû. Tavê rûyê mirov diqijiland. Car caran bayê ku ji aliyê behrê dihat, hundirê karkeran hênik dikir, lê wekî zîpikên havînê zûka dibihurî.

Karkerên ku Şêxmûs jî di nav wan de bû, seyandina avayiya şeş tebeq bi qebale girtibûn.

Ev roja çaran bû ku li ser îskeleyê bûn. Tebeqa pêncemîn diseyandin. Şêxmûs got:

- Sêvo destê xwe zû bigire, qene em dora esrê karê xwe biqedînin, da ku em bi gogê bilîzin.

Sêvdîn ji aliyekî ve xerc didanî ser malincê xwe, ji aliyê din ve jî henek li Şêxmûs dikirin:

-Em vê carê belaş nalîzin.Tu li ser du qap masî heyî.

Şêxmûs bi tiqetiq:

- Gundiyo tu ji ku bi futbolê dizanî. Here şivantiya xwe bike. Sêvdîn gotê:

-Hevalo ez te eleştirmîş dikim. Tu henekê xwe bi gundîtiya min dikî. Ma îro bajarî şer dikin?

Şêxmûs kir ku bi Sêvdîn şad bibe, tepek avêt nav serê wî. Sêvdîn xwe ji ber wî vekişand. Lingê Şêxmûs şemitî, di qata pêncemîn de werbû. Sêvdîn hawar û gazî li karkerên din kir.

Di hundirê çar pênc deqeyan de karker hemû, li ser serê Şêxmûs kom bûn. Kef bi devê wê ketibû. Dilopên xwînê di pozê wî re dihatin. Deng jê nedihat. Bi tenê kûr kûr dinaliya.

Bi lez ew li pîqabeke jihevdeketî siwar kirin û rêya nexweşxaneya dewletê girtin.

Sêvdîn li ber deriyê emeliyetxaneyê li ser çokên xwe li qelevîska rûniştibû. Serê wî di ber de bû. Cixare dikêşa û bi kesî re nediaxivî

Dema ku nexweşnêrê ji wan re got: “Bila serê we sax be, hevalê we jiyana xwe teslîm kir, kêr li karkeran biketa xwîn ji wan nedihat. wekî latekê hişk û hola man.

Dawî ji bo ku cendekê wî bişînin welêt dolmîşek pêwîst bû. Di nav xwe de pere berhev kirin, lê têr nekir, bêhtir li zora wan çû û heyirî man. Sêvdîn got:

- Rojekê ez û Şêxmûs di ber avayiya DEP'ê re derbas bûbûn. Me kir ku em jî herin hundir. Dengê stranan, lîlandina jinan û çepikan dihat. Dawî me dev jê berda, em neçûn.

Ez cihê wê dizanim. Heke em herin xwe biavêjine wan, dibe ku bi me re bibin alîkar.

Sê karkeran hev û din girtin û çûne partiyê. Wexta ku du birêveberên partiyê û her sê karkeran dane devê deriyê nexweşxaneyê tabût amade bû.

Cendekê Şêxmûs, di tabûteke kesk de, avêtin ser serê dolmîşê. Nanekî tenûrê bi pêşiya dolmîşê ve zeliqandin. Sêvdîn di rex şofêr de rûnişt. Dema ku şofêr da rê, çend caran li qornê da. Karkerên ku ev çend roj in riha xwe kurnekiribûn û serê xwe neşûştibûn, bi rûyekî xemgîn, bi awirine lomekar li dolmîşê dinêrîn...