Öyküler

EVÎNA DI DILAN DE MAYÎ
 
 

Dengê melayê sibehê ji ber bayê xurt geh nizm, geh bilind dibû. Ev dengê zîz ji Mizgefta Mazilevdîn li asîmanê bajêr belav dibû. Xewnên berbangê nîvrê dihişt. Li pey hev lembeyên malan vêdiketin. Bermaliyan êzing dixistin sobeyê. Beroşa tijî av datanîn serê. Hem ji bo destnimêjê û hem ji bo şorbenîskê. Heta çavan erd dît banga dîkan ji pey hev qut nebû.

Karkerên ku ji bo matota pembû li bêndera tenişta pirê civiyabûn, li benda terektorê bûn. Tiqetiq ji wan dihat. Hê roj nehilatî divê ku li nav zeviyan bûna. Karkerên zarok mîna pisîngan xwe dipernisandin, guh û pozên wan sor bûbûn. Destê xwe kiribûn bin çengê xwe û çavên wan li rêya terektorê bû.

Guherandina ku bi Remo re pêk hatibû bala gelekan kişandibû lê tu kesî fêm nekiribû sedem çi ye. Ew Remo çûbû yekî din hatibû şûna wî. Êdî ne henek û ne gemşandin dikir. Carê dema firavînê bi hevalên xwe re bi gemşa dilîst, ji bo ku pê bikenin, qeşmerî dikir. Niha wekî kevirekî di guhê gundekî de wilo bê pêjn dijî. Gelek caran helawa ku ji sûkê dikirî, nedixwar, bi şûn ve vedigerande malê.

Wexta ku keç û lawan stran li hev vedigerandin, rûye Remo sor dibû. Di bin çavan re li Eyşê dinêrî. Carinan çavên wan li hev diketin. Eyşê dikenî. Du kortik li rûyê wê çêdibûn. Bi lez berê xwe diguhert. Êdî Eyşê dizanîbû dilê Remo tê de heye. Li xweşiya wê jî diçû, dixwest Remo lê binêre. Belê tirsa wê ew bû ku birayê wê yê jê piçûktir bibîne an jî hin seb û gilîyê wê li cem bavê wê bikin.

Remo pir difikirî. digot "Ezê çawa êşa dilê xwe ji Eyşê re bibêjim? Ev derd di dilê min de bûye bizotek. Dilê min kul bûye, birîn bûye. Divê were kewandin.”

Êvar, êşa birîndaran vedişêre. Tarîbûn, wekî kulmek dasî bikeve gewriya birîndarê xedar, xwe bêînsaf bi ser erdê de berdide. Remo dixwest ku qet roj nehile. Seraqet şev be. Lê dîsa dibû sibeh û karker li ser rêya bûn.

Terektora ku karkerên pembû tê de bûn, li ser riya qîrî teq û req dikir. Dilê karkeran dihate ber devê wan. Romorka trektorê wekî deydîkê dihejiya. Dengê motora teraktorê, teqûreqa tekelan û dengê keçikên ku payîzok digotin, wekî orkestrayeke xerabûyî derdiket.

Karker heta derengiya êvarê li ser zeviyan diman. Gelek caran tekelê terektorê diteqiya, ji ber wê yekê çavên maliyan li rê diqerimî. Kebanî an jî semyanên malê digotin:

- Mela dike ku banga eşayê bide. Lê hêj zarok venegeriyan. Xwedê bike tu bela nehatibin serê wan.

Duayên bi vî rengî belkî bû hezar car ku di vî wextê şevê de dihatine kirin. Lê qinyat ji mirovan re dermanek herî mezin bû.

Soba tenekeyî, sincirîbû. Bêhna agirê êzingên berûyî di odeyê de belav dibû. Eyşê di bin şewqa lembeya melûlî de destmalek dineqişand. Reng û şeklê evîna ku ji dilê wê dihat xwe berdida ser etemînê spîçolkî. Diya Eyşê, serê neviyê xwe danîbû ser kaba xwe, ji aliyekî ve jî çîroka Mîrza Mihemed digot.

Eyşê jî guh dabû ser çîrokê. Di dilê xwe de xwe û destgirtiya Mîrza Mihemed, Remo û Mîrza dida ber hev. Saet hatibû deh û nîvê şevê. Eyşê li ber çîrokê diponijî...

Ji karkerên pembû re roj tev wekî hev in. Tiştê tê guhertin navê rojan e û hejmara emrê mirovan. Remo dest û rûyê xwe bi ava mûslûxa di hewşê de şûştin.

Hat hûndir, çû ber neynika ku daleqandî bû, sekinî. Pizika ku li hinaroka rûyê wî dabû der guvaşt. Porê xwe bi paş ve şeh skir. Hinek lewento li rûyê xwe da. Çavên xwe, rûyê xwe yê bi ken dît di neynikê de. Keserek veda. Tûrikê xwarinê kire bin çengê xwe û bi lez ji mal derket. Sernixûn difikirî:

- Evîna Eyşê wekî kurmekî di nava min de ye. Dixwazim derdê xwe jê re bibêjim, lê dema ku ez qerar didim û ber bi wê ve diçim; çokê min dişikin, dest û lingên min diricifin. Dilê min dike kute kut. Ev bû çend car ku ez êvarê dibêjim ku bibe sibe, ezê bi Eyşê re biaxivim. Lê nabe.

Gava ew nêzikayiyê li Eyşê dike bêhna wî tê çikandin, dest û lingê wî diricifin. Neçar, vedigere. Bi hêviya careke din dijî.

Gava Remo gihîşte hola ba pirê, dît ku karker tev li hev civiyane. Hinek dikin kurtepist. Qemyon û terektorên ku karkeran dibin ser zeviyan gişk vala sekinîne. Remo got: "Gelo çi bûye çima karker li erebeyan siwar nebûne? Berê kî zû bigihîşta cem erebeyan, ji xwe re qorzîkek digirt.”

Remo hat ba Xelîl. Rojbaşek da û bi telaş pirsî:

- Birayê Xelîl xêr e, çima milet li hev kom bûye?

Xelîl di bin simbelê xwe yê zirav de kenî. Got:

- Were em ji xwe re li vê enîşkê, li ser lingan hinekî biaxivin.

Xelîl û Remo ji nav karkeran derketin. Çûn li enîşkê sekinîn. Remo pir meraq dikir. Di dilê xwe de got: "Gelo qey dîsa hinekên xayîn li ser pirê hatine kuştin. An jî qaçaxçî hatine kuştin, mayin taqiyaye, esker rê biriye, çi bûye.

Xelîl bi lez û heyecan got:

- Ma çi feyde tu negihîştî serî. Çend telebe (şoreşger) hatin. Gotin, "Bila tu kes îro neçe kar. Heta ku heqê daneheva kîloyek pembû nebe banqenotek, kar qedexe ye. Çawîşê ku karkeran bibe xebatê dê ceza jê re were birîn. Serê her yek karkerî jî belavokek dan.

Xelîl belavoka ku bi daqtîloyê baş nehatibû nivîsandin ji berîka xwe derxist, da Remo. Remo li belavokê nêrî. Lê xwendin û nivîsandina wî bibêje hema tune bû. Belavok bi şûn ve da. Karkerên ku lepik kirine destê xwe û poşî li serê xwe girêdane, di kolanên Nisêbînê yên bi herî de vedigeriyan malên xwe . Gengeşî dikirin. Hinekan digot, çi serê telebeyan ji heqê daneheva pembû diêşe. Em kîloyê bi çi diçinin, emê biçinin. Ma mîrê kêfa me ne. Hinek jî bi van gotinan aciz dibûn. Digotin:

-Kuro qencî ji were ne lazim e. Telebe xwe ji bo we diavêjin talûkê, da ku sîgorta me çêbibe û em wekî însanan bijîn. Hûn dibînin em ji sibehê heta êvarê dixebitin. Lê heqê kîloyek goşt jî di destê me de namîne, ma ev hal e. Jiyana me ruswa ye. Ji çawîşan re ne xem e. Hem ji xwediyê pembûyan hem jî, ji me heqdestê xwe distînin. Lewma ew hevalbendiya axayan dikin. Dema qîçek pembû bi gwîzikan ve dimîne qîr dikin me.

Çend rojan karker neçûn kar. Dawî xeber hat ku xwediyên pembûyan heqê berhevkirina kîloyek pembû benqenotek dane. Êdî li navçeyê slogana ku karkerên pembû digot ketibû devê zarokan: “Roja paleyan erzan e, heqe kîloyek bacan e".

Piştî ku çend roj kar berdan, karkerên pembû carek din berê xwe dabûn nav zeviyan. Wê rojê Remo sond xwaribû ku derdê xwe ji Eyşê re bibêje. Di dilê xwe de got: "Ziravê min ji pisingê, yê pisingê ji min re. Wekî hemû rojan karkeran xwe amade kiribûn. Ji bo di rojeke seqemî de gelek pembû bidin hev û ji bo eyda Remezanê kincên xweşik ji xwe re bidin dirûtin. Turikê xwarinê kirin bin çengê xwe û dan rê. Wekî hemî rojan hola li tenişta pirê bi deng û awaz bû. Ji deh metroyan dûr ve karkeran henek li hev dikirin. Karkerên biçûk berê xwe didan roja ku nû hildihat. Da ku dilikê wan ê biçûk û destê wan hinekî germ bibe.

Gava terektora ku Remo û Eyşê lê siwar bûbûn di ber dibistanê re bihurî, xwendekaran marş dixwend. "Tirkim doxrîyim, çalişqanim.."

Karkerên zarok bi kêf û bi awayekî balkêş li xwendekaran nêrîn. Ji karkeran yekî ku bi tirkî zanîbû got:

- De li derewan binêre, hêj bi tirkî nizanin, dibêjin tirkim, doxrîyim...

Remo dîsa di nav mitaleyan de bû:Ê”Êvar û tarîbûn kemasiyan, bêbextiyan û qirêjiyê vedişêre. Ez bawer im ku ewê tirsa di dilê min de jî veşêre. Wexta em êvarê vegeriyan, di rêya mal de ezê bi Eyşê re biaxivim.

Ev neh saet bûn ku dixebitîn. Roj çûbû ava. Çawîş digot:

-Ez heyrana çavên we me. Vê golê jî biqedînin. Da sibehê em herin ser zeviya jêrîn.

Wexta karkeran, pembûyê li ser qentarê kişandin, ji zû ve mele banga muxribê dabû.

Qêrîn û qajînên çawiş û yên karkeran di vê şeva tarî û seqemî de digihîştin gundê li wî aliyê têlê.

Dengê nobedarê tixûb dihat. Straneke zîz distirand. Mirov texmîn dikir ku ew ji derûdora Qeredenizê ye..

"Çarşambayi sel aldi

Bîr yar sevdîm el aldi."

Xalê Evdî got:

- Lawo ma çi li te qewimiye. Ya me hal e, ma ya we çi hewal e, ka çima eskerên Sûrî nobetê li ber xetê nagirin?  

Terektor hêdî hêdî ber bi Nisêbînê ve dihat. Çirayên minareya Mizgefta Mazilevdîn ên melûl û çirayên bajarê Qamişlokê diçirisîn.

Heta ji şifêr dihat dilezand. Da ku karkeran zû bigihîne malên wan. Romorka terektorê tijî mirov bû. Karker di dawa hev de rûniştibûn.

Ji nişka ve şifêr firên girt. Lê pêknanî ku bide sekinandin. Terektor bi vir ve hat, bi wir ve çû û di qenala ku tijî av bû, wer bû. Dengê qîrên karkeran li asmên diket.

Evîna Remo û Eyşê ketibû binê qenela avê. Êdî ew evîn di wir de veşartîbû.

Niha li wir şikêrek heye. Li ber şikêrê darek şîn bûye. Yên evîndar û keserkûr diçin terîşên rengereng bi wê darê ve dikin. Bi hêviyek xurt, bi hêviya ku daxwaza wan were cih vedigerin...