Öyküler

DILEKÎ JI NÛ VE ŞIYARBÛYÎ


Bayê payizê kaxiz, toz û qirşên kolanê radikir jor û bi ser serê mirovan de dibarand. Pelên zer ên di rengê miriyan de, ji daran diweşiyan. Bablîsokên ku li nav erdê vala çêdibûn wekî marekî xwe ba didan. Gêriyên ku perên wan çêdibûn difirîn û dimirin, wekî gotina "Ku ecelê gêrê tê perê wê çêdibin".

Zarok di nav taxê de bi çirê, beza, qalûç û gog dilîstin. Di vî wextê salê de zilamên ku li ber berberojkan an jî li dikanên navçeyê rûdinin, digotin, "Dîsa zivistan bi ser me de hat. Me qûtê xwe û êzing jî hazir nekirine. Divê em çareyekê jê re bibînin."

Hinekan ji wan digot, “ Wele îsal me dermalene baş serjêkirin. Heta bihar neyê em goşt nakirin. Car caran emê serûpênan bikirin, da ku zarok ji goştê meksûd aciz nebin.” Hinekan jî digot: "Îsal ji me re dimsa Torê û nîskê sor hatin, barê me sivik e."

Ehmed, wekî miheke ku berxika xwe winda kiribe li nav kolanên navçeyê, li qahwe û bîraxaneyên sûkê digeriya. wekî miheke gêj. Porê wî yek nemro hatibû qusandin, bi mekîneyê. Cixare ji destê wî nediket. Her cihê ku lê rûdinişt panzdeh bîst deqeyan dima.

Gelek caran bersiva pirsên ku jê tên kirin nedida an jî nîvçe dihişt. Bi nêrînine vala û bêmane li zikê qehwexaneyê dinêrî. Serê xwe dikire nav herdû destê xwe, libên tizbiya xwe bi lez dikişand û li yên ku di qehwexaneyê de bi awayekî sermest dilîstin temaşe dikir. Dawî wekî şevreşkekî ji hundir derdiket. Ji vî serê sûkê heta bi seriyê din digeriya.

Çavên wî bi sloganên ku hatine reşkirin ket. Rind bala xwe da sloganên ku hatine xerakirin. Bitenê "Bijî" dihat xwendin. Di dilê xwe de got: "Şev bû tarî bû, çend caran bi me jî slogan dabûn nivîsandin". Gelo ew ku der bû. Ew çi şeveke biheyecan û xweş bû. "Hinekî dilê wî hênik bû". Xewneke xweş hate ber çavê wî. Meşên mezin, xebatên li lîseyê, ew pirtûkên ku heta sibehê bi hev re dixwendin. Lê bi tîttîta erebeyekê re bi xwe ve hat. Xewna xweş ji ber çavên wî çû.

Navçe, tax, kolan, xanî lê teng bûbûn. Dilê wî hat guvaştin. Heçkû derûdor, hemû mirov dixwazin wî di nav xwe de biperçiqînin. ğ wî digot qey mirov hemî wî bi tiliyan nîşanî hev didin. Dibêjin: "Ha va ye. Ev jî yek ji wan e. Vî jî biavêjin binê bîrê, nav tariyê".

Ehmed fikirî: “Bi ku ve çûn ewqas xort. Ewên simbêlmezin, cênikdirêj. Hêviyê çiqasî xurt û nêzîk xuya dikir. Çima ez wekî kevroşkeke di gundekî wêrankirî û kavil de li bajêr bi tenê me. Gelo her kes wekî min e?”

Dîsa ew şeva bêqudoş hat bîra wî. Got: "Nalet li payizê bibarê".

Wekî niha, hingî jî li ser banî radiketin. Zûrzûra panzêran ew ji xew şiyar kiribû. Guleyên ku ber bi asîmên ve dihatin avêtin, şev dikire wekî rojê. Gotibû qey ev dengê ku tê, ji ber pevçûna qaçaxçî û leşkerên sînor e. Rast bû pevçûn di navbera qaçaxçî û leşkeran de hebû. Lê paşê kifş bû ku ev ferman ne ji bo vê pevçûnê bû. Leşkeran ji panzêrê bang dikir ku derketina derve qedexe ye, lewre leşkeriyê dest li ser bireveberiyê daniye. Mal bi mal digeriyan qomando û polîs. Diya wî hemû pirtûkên wî çirandin. Wî hinek kirin tenekeyekê û binax kirin.

Bi ser vê şeva îlonê ya malkambax û malwêran de hindik mabû çar sal derbas bibin lê hêj jî tirs û xof wekî siya mirovan bi wan re digeriya. Hêvî û cesaret hatibû şikandin. Yekî ku bixwesta li cihekî, di civatakê de du gotin li ser welatparêziyê, di heqê şoreşgeriyê de bigota di cih de dihate sekinandin. Mezinan jê re digot:

-De rûne di cihê xwe de. Jixwe hemû sêwiyên wekî te mala me wêran kir. Gelekên wekî te digotin, “Em mêr in. Em serî li ber kesî danaynin". Lê dawiya wan bû çi? An bi reverev baz dan Ewrupayê, an di zîndanan de rizîn. Bi piranî jî bûne xulamê mala Hemo, bûne piştgirê dewletê. Hûn dibînin Fariso têr nan nedixwar, niha cixareyên Malboro jê kêm nabin. Li texsiya Reno ya nû siwar dibe.

Yên ku dixwestin tovê mirovatiyê ji nû ve li civatan bireşînin bi van gotinan dihatin şîretkirin.

Ehmed digeriya, lê nedidît. Li çi digeriya? Tiştê ku lê digeriya li ku bû? Sûk ser û bin dikir. Qehwe bi qehwe digeriya. Lê devekî biken, du çavên tijî hêvî û evîndarî, dilekî pak û dilovan nedidît. Belkî hebû, lê ew bi ser ve nedibû.

Na, yên wekî wî pir bûn. Lê koma moza ji hev belav bûbû. Bayê bê wijdaniya neviyên Osmaniyan li pêsîra dînemêrên vir dixist. Bayekî bêqudoş û birek. Bayekî bixiroş û bi tirs. Bayê ku mêjî dixiritand.

Fanosa dilê mirovan vemirîbû. Kes li hev mikur nedihat û her kes mikûzkirîbû. Mirov wekî dayikek ku zaroka xwe ya bi şîr winda bike li dora xwe dizîvirin. Bêhna tadeyî, zilm û zor û xwînê wekî bayê kur li rûyê mirov dixist. Rev, reveke bêser û bin. Reveke bêdawî. Bi ku ve? Çima, mirov direvin û li paş xwe nanêrin. Heta cihê ku lingê wan, wan dibe ranawestin. Hemî derî jî hatine vekirin. Yekî ço daye destê xwe, mirovan dike der. Heta bi Elmanya, Îsweç, Binxetê rev. Kul bikeve mala xwînîtiyê. Decal sifra xwe daniye erdê, vedixwîne.

Ehmed nameyek ji hevalê xwe Zîwer girt. Zîwer sûretekî xwe jî bi nameyê re şandibû. Zîwer porê xwe di nîvî re veqetandibû. Di nav bexçeyê gulan de fotografekî devliken dabû kişandin. Di nameya xwe de pêşî bîranînên xwe û Ehmed anîbûn zimên. Qala rojên berê û hinek şîret jî li Ehmed kiribû, dawî jî wilo nivîsîbû:

“Birayê min î ji rih û can! Ger tu bi ya min dikî, ji xwe re peseportekê derxe. Hinek pereyan deyn bike, bertîl her rêyê vedike, were Danîmarkayê, ma ev der çiqas xweş in, mirov tu karî nake, lê dîsa pereyan didin mirov. Jiyaneke bêtirs li vir heye, em her roj meşan çêdikin em her cureyên dirûşmeyan dibêjin.

Birayê ezîz. bawerî bi gelê Kurd nayê, ev milet nabe însan.Ya baş tu jî were vir, dawî tê keçeke xweşik jî, ji xwe re bixwazî...."

Ehmed kêlîkekê fikirî: "Erê erê, naxwe ev milet nabe însan". Ka me digot em xwe ji bo gel didin kuştin, çi hate guhertin...”

Ehmed, bihêrs name kire nav pirtûkê, fotograf kire albuma xwe. Ji mal derket, di sûka mast re derbas bû, jinên ku mast anîbûn firotinê li ber qoçxane û satilên xwe rûniştîbûn. Ev sûkeke bi qerqeşûn bû. Dengê bacanfiroş, kincfiroş û zebeşfiroşan têkilhev dibû. Sûk bendera gelan bû. Kurdên Êzîdî, kurdên Misilman, Suryanî, Cihû û Mihelmî. Ji ber ku li navçeyê Ereb xurt bûn, tinaze xwe bi gundiyan dikirin. Gelek caran bajarîne gewî tinazê xwe bi jinên mastfroş dikir.

Du eskerên qomando di hûndirê sûkê de diçûn û dihatin. Çavê Ehmed li wan ket. Tirs, hêrs, xem û pelosî bi hevre di dilê wî de cih girt. Lezand, berê xwe da rêya taxa Qijlê. Malbatên vê taxê bi piranî welatparêz bûn berê. Got, "Guman dikim, tiştê ku ez lê digerim û ez bi xwe jî nizanim ka çi ye, li vê taxê were pêşiya min".

Erbeya belediyê ya agirkuj di ber re derbas bû. Av direşand, da ku toz ranebe. Hinek peşk lê ketin, devdelinga wî şil bû, bêhna axa avdayî hate pozê wî.

Heta ku gihîşt sêrêya Qijlê leqayî çend naskiriyan bû, lê li hev nesekinîn. Tenê bi îşareta serî silav dan hev û dû. Di vegerê de, derbasî aliyê kolanê yê din bû. Her gava ku panzêrek, cemseyek an jî polîs û leşkerên ku li nava sûkê peya digeriyan rastî wî dihatin, wekî ku qurtek av di qirika wî de bimîne difetisî, bêhna wî diçikiya û madê wî zer dibû. Xwedayo ev çi xewna xerab e got!

Ehmed, her roj bûyerên erjeng dibihîstin. Berhevkirina jinan a li hola gund. Jinên ku hatine tazîkirin. Daleqandina mêran. Êrîşên di nîvê şevê de, li ber çavên kuflet, li ber çavên zarokan kotekî û lêdana ku li zilaman dihate kirin. Xeberên bêînsaf: verşok û tirş û tal. Rewaya qêrîn û dilopên xwînê bi dîwarê kozikên kufikî ve dizeliqî, qîrîna girtiyan bi qîrîna yê wekî zebaniya dihat fetisandin. Hêvî ji xwe re bi çavgirtonek û xap xap dilîst..

Dolmîşa polîsan di ber Ehmed re derbas bû. Tijî ji yên girtî bû. Keserek kûr veda. Hîsên wî yên nûciwaniyê livîn. Xwîngerm bû. Dilopek xwe ji çavê wî berda jêr. Îskeîsk pê ket. Eniya wî qermîçonk girt. Ji bêhntengiyê lêva jêr gez kir.

Ehmed di van ramanên kûr de gelek pîlan di serê xwe de çêdikirin. Digot "Divê ez komeleke tolhildanê çêbikim. Evên ku giliyê gel dikin divê guhê wan were jêkirin. An jî di cihekî tarî de divê em pozê wan jêbikin. Ku ne wilo be dilê min hênik nabe. Divê ku navê komela me jî hebe. Mesele navê “belewela”. Yanî komeleke ku gelek tiştan tert û belav dike. Bila reheta van ên wekî mişkên kêzînan, evên ku bi saya îxbarkirina gelê me cixareyên Malboro dikşînin û li aşxaneyan bistikên goşt dixwin xera bibe.”

Gava li ser ban, li ser text Ehmed xwe vezilandbû û di nav van gûmanan de bû, qasekî xwe li ser piştê dirêj kir û bi xew ve çû.

Bi piranî aboriya xelkên navçeyê li ser qaçaxçîtî û çûn û hatina binxetê bû. Ji vî alî, fêkî, goşt, nokê daxkirî, melkes û hûremûran dibirin wî alî. Ji wî alî jî, çarik, şûşe, çay, pantorê qot û hûremûran dianîn. Ehmed jî ji xwe re paseportek derxist". Hûremûrên xwe kirîn û digel çend hevalan rêya Qamişlokê girt.

Li sûka Qamişlokê li qehweya Cercîs rûniştîbûn. Ehmed û çend hevalên xwe bûn, li benda endamekî partiyê bûn. Ewê bihata ew bibirana malekê. Yên ku di çayxaneyê de rûniştîbûn wekî ku li ser êgir bin. Endam tam di wextê xwe de hat

- Merheba ji we re hevalino, em rabin, heval li benda me ne. Emê çaya xwe li wir vexwin, got.

Ehmed, endam û hevalên din bi rê ketin. Li texsiyeke jihevdeketî siwar bûn. Berê xwe dan Taxa Hilêlîkê. Qederê nîv saetê bi rê de çûn. Ji texsiyê peya bûn. Endam da pêşiya wan, sê çar kolan li xwe ba dan. Gihîştin ber deriyekî kesk û sekinîn. Sê caran li derî xist. Hermeteke navsere bi rûyekî geş û gotinine xweş derî vekir. Ew vexwendî hundir kirin.

Odeyeke mezin bû. Doşek li erdê raxistî bûn. Camêrekî navsere û du xort di odeyê de rûniştî bûn. Gava çav li yên ku tên kirin, rabûn ser xwe. Çûne lep û rûyê hev.

Bi awayekî ji dil hev hembêz kirin, destên hev şidandin....

Piştî ku rûniştin yek bi yek merheba dan hev. Li rewşa yên ku ji Serxetê dihatin pirsîn. Hêj pênc deqe nebihurîbûn, kebaniya malê qehwe danî ber wan.

Di teybê de qaseteke balkêş hebû. Kifş bû ku ewên ku diaxivin dayikine pîr bûn.Yek bi yek xwe didan nasîn û çavên xwe digirtin, devê xwe vedikirin. Yekê ji wan wilo digot:

- Ez diya Celaledîn im. Navê min Gulê ye. Lawo we dev ji me berda. Em mane li ber destê van zaliman. Ji aliyekî ve dewlet, ji aliyê din ve Bucaxan em şewitandin. Em çûne bajêr, me xaniyek kirê kir. Lê li wir jî em rehet nehiştin. Em ji wir jî qewirandin. Jixwe yên di zîndanê de mahf û perîşan in. Ya nemayî, ya çavneditî anîne serê girtiyan. Lawo ma qey hûn nikarin tiştekî bikin. Ma dastê we girêdayî ye.

Xortekî ji wan teyp girt. Dest bi axaftinê kir.

- Heval, me bibexşînin, me heta bi vir hûn raht kirin. Dema gelê me ji Serxetê tê, ling diavêjê Binxetê, em agahdar dibin. Me xeber heye ku hûn mirovine qenc û welatparêz in. Lewma me ji we re şand. Me civan da we, heta bi vir hûn hatin. Ji rewşa rêxistinê re wilo divê. Miqate divê. De ka bibêjin hûn çi difikirin, hûn rewşa welêt çawa dibînin. Gelê me çi dibêje?

Ehmed, serî di ber de, axivî:

- Ma em çi bêjin. Wê dayika ku gava din di qasetê de diaxivî ya dilê me anî zimên. Bayê şoreşê, agirê şoreşê, sekiniye, vemiriye, pel nalebite. Girêka me kor bûye. Zilm û tadeyî wekî barana Nîsanê bi ser me de dibare. Tu çare û mefer nemaye. Wey li wî ku ji welêt bireve. Yên ku xwe bi pereyan difroşe, hinekên ku bi rûmet hebin jî dengê wan hatiye birîn.

Yê ku wekî berpisiyar dihat xuyakirin got:

- Heval hinekî din sebr û aram ji we re divê. Ne dûr, nêzîk wê dilê we hênik bibe. Keleha zilmê wê werê xerakirin. Ew pozbilindê hezar salî wê sîleyekê bixwe, wê gêj bibe. Herin kar û xebata xwe bikin. Bila qet hêviya we neyê birîn. Bila dilê we rehet be. Xwe biparêzin. Li xwe miqate bin. Hûn ji welêt re lazim in. Di demeke nêzîk de heval wê bigihîjin we. Ji bo roja mêranî û namûsê amade bin.

Bi dilekî xweş, Ehmed û hevalên wî veqetiyan. Hûremûrên xwe ji sûka Qamişlokê kirîn. Vegeriyan mala xwe. Çend meh di ser vegera wî re derbas bûn. " Ne dûr, di nêzik de wê dilê we hênik bibe", ev gotin ji bîra Ehmed nediçû, wekî piringekî sor ketibû nava dilê wî. Dixwest ku di nava sûka Nisêbînê de bibêje:

- Wê bifelişê keleha zilmê. Mala zilmê wê xera bibe. Tebaxek ji Tebaxa Nisêbînê. Xizanî li kabokê bû. Mirov di nav rebenî, tadeyî û tirsê de diteqinîn.

Wekî her roj karkerên pembû li meydanê civiyabûn da ku herin matota pembû.

Esnaf, ji mal derketibûn, di kolanan de dimeşîn. Karkerên ku di çêkirine avayiyan de dixebitîn li qehweyê kom bûbûn. Xwendekar di rêya dibistanê de bûn.

Ehmed ji xew şiyar bûbû, lê hêj di nav nivînan de bû, radyoya komara Tirkî, anonsa xeberên saet nehan da. Spîker yekî dengstûr bû. Xebera pêşî Ehmed ji nav nivînan rakir ser piyan. Guhê xwe da ser radyoyê. Bi awayekî bêhngirtî li xeberan hisand. Spîker digot:

- "Terorîstan li Eruh û Şemdinliyê bi ser qereqol û gazînoyê de girtine. Hin leşker û serleşker hatine şehîdkirin...." Ev xeber wekî maşota ku di nav bostanan de diçe li her alî belav bû. Li ser tenûran, di hundirê çayxane û dikanan de û hem jî li civatan dihat axaftin.

Ehmed çar heb rojname kirîn. Di heqê vê bûyerê de çi hatibû nivîsandin yek bi yek, bi heyecan xwend. Bi awayekî ji xwe bawer, serbilind û dilgeş çû mala hevalê xwe Behced. Di şûna bêhntengî û dilşikestîbûna wî de dilxweşî û dilgermiyê cih girtin. Lê, ew hevalê Binxetê qet ji ber çavên wî nediçû. Ew gotin ji bîr nedikir: "Hûn ji welêt re lazim in". Digot, gelo kengî heval wê werin me bibînin. Ev yek tu car ji serê wî dernediket. Li benda wezîfeya rûmet û xîretê bû. Her roja çûyî, rojeke vala û nekêr dihesiband. Êdî nêrînên wî yên di heqê payizê de hatin guhertin. Dixwest, payîz wî bibexşîne. Navçe pê şêrîn bû. Çavreşî ji dilê xwe avêt. wekî çûkekî sivik bû. Hêviya dîtina hevalan di dilê wî de, şeva 17'ê Tebexê li kolana navçeyê demekê bi tenê geriya. Dawî çû ba Behced.

Soz û qerar ji hev re dan. Çavên wan ma li rêya hevalên ku werin tekiliyê bi wan re daynin...