Basından

NAME BO BIRÊZ MESÛD BARZANÎ



   11.08.2005

   Birêz Mesût Barzanî,

   Ez serokê înstîtuya kurdî ya li Stenbolê me.
 
   Beriya her tiştî ez slav û rêzên xwe pêşkeşî we dikim û serefraziyê ji bo we dixwazim.
 
   Guhê me li ser rewşa Federasyona kurd a li Iraqê ye. Çawa ku em hemû deverên ku kurd li wan dijîn dişopînin. Bi şev û roj li ser bîr û hişê me ye. Lewre ji bo ku gelê me yê qedîm jî weke hemû miletan bi rûmet û mirovane bijî, gelek derfet û merc pêk hatine. (Yezdanê dilovan biparêze)

   Em piştkûl in; gelo xêrnexwaz ewê dîsa bi fen û fûtên bi çi rengî rê li ber vî şens û bextê me bigirin? Ev tirs ji dilê me der nayê.

   Helbet niha şêwirmendên qedirbilind li nik we hene. Zana û ilimdarên dinyadîtî zanîna xwe pêşkeşî we dikin. We dîplomatên jîrek û pispor hene. Ew stratêjiyên deh, bîst û bêtirîn ji van salan ji we re dineqişînin. We îstîxbarat heye û ew bi şev û roj cîhanê dişopînin.

   Baweriya me pê heye ku êdî di navbera tu kurdan de şer ê naqewime. Li nik we jî hêz û otorîteya we dê li gorî edaletê û hiqûqa gerdûnî be. Dê li gorî normên demokrasiya gerdûnî û cîhana medenî be.

   Înşeleh berê we li cîhan û medeniyeta pêşketî ye û we dil heye ku civakeke modern biafirînin.

   Înşeleh guhê we li ser birayên we yên ku welat û deverên din dijîn e.
 
   Bi van hêvî, hest û daxwazan, ji can û dil, serkeftina we dixwazim.

   Slav û rêz...

   Hasan Kaya