Basından

JI NÛNERÊ YNK RE
23.09.2000


Birêz  Şazad Saîb,


Ev çend roj in ku di çapemeniya cîhan, Tirkî û kurdan de tê gotin ku hêzên YNKê dor li hêzên PKKê girtiye û di navbera  her du layan de şer qewimiye. Dîsa em dibihîzin ku di şer de ji her du layan gelek kes hatine kuştin, birîndarkirin û dîl girtin.

Ev şer, me rêxistinên sivîl ên ku navê wan li jêrîn hatiye nivîsandin, pir endîşedar dike. Lewra dîroka me nîşan daye ku şerê navxweyî her dem bûye sedemê têkçûn, xizanî, perîşanî û koçberbûna gel. Ji ber îhtîras, rik û xwedbîniya siyasetmedaran gelê me nikariye bibe xwediyê maf û statuyeke neteweyî. Di heman demê de, ev rewş bûye sedem ku dewletên ku li ser kurdan serdest in û dewletê cîhanê yên gewre bibêjin, ‘ Kurd nikarin xwe îdare bikin.’
Ma gelo raya giştî ya cîhanê ne xwedî maf e ku bibêje, ‘Kurd di navbera xwe de aştî, demokrasî û azadiyê pêk nahênin lê ji cîhanê van mafan dixwazin.’

Nûnerê birêz, Wekî ku hûn jî dizanin li cîhanê her ku diçe qedr û qîmetê rêxistinên sivîl zêdetir dibe. Lewra ew, cîhaneke bêşer û aştiyane dixwazin û ji bo çareseriya kêşe û aloziyan, rêya diyalogê, weke baştrîn metod dipejirînin. Berjewendiya gelan di vê metodê de ye û ev rê ji layê hemû dezgeh û rêxistinên mirovperwer ên navneteweyî ve jî hatiye pejirandin.

Bi vê mebestê em jî wekî rêxistinên sivîl ên Kurd ên hemwelatiyên Tirkiyê bi rêya we nûnerê birêz, bangî Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan, Birêz Celal TELEBANÎ dikin, zûtirîn dem dev ji şerê birayetî berdin û mişkulatên di navbera xwe û Partiya Karkerên Kurdistanê de bi rêya diyalogê hel bikin. Gelê Kurd ê ku li hemû deverê cîhanê dijî, ji ber vî şerî xwedî endîşe ye, xemgîn û birîndar e. Em bawer in ku helwesta we ya aştiyane dê bibe berpirsiyariya li hemberê gel û dîrokê.

Digel rêz û slavên birayetê

Hasan KAYA   ( Li ser navê Enstituya Kurdî ya Stenbolê)
Türkan ÇETİN ( Li ser navê  Navenda Çanda Mezopotamyayê)
Mahmut ÖZGÜR ( Komeleya Koçberan)