Kürtçe Şiirler

XWEZIYEK


Vê sibehê
Bibûya pirpira baskên çûkekî
Li ber pencereyê
Guh mişt bibûna ji lorîna dengekî zîz
Baranek bibariya… ev ewrê reş belav bikira
Asîman wergeriya çiksayibûna zarokatiyê
Mêvanek bihata…ji dûr
Lodek rihan bi xwe re bianiya
Dest biavêta ruhê bêzar…bi xwe re bibira gewrederyayeke bêser û ber

Payîz'2007-Ankara