Kürtçe Şiirler

BÊ ŞEVBAŞ ÇÛYÎ
 
Çûyî,
Bê def û zirne
Bê merasîm
Li gel rehma xwe
Bê al û nîşan…
 
Sûret,
li ser awêneya xeyalan
Dilmayin,
Li ser binikên piyalan…
 
Bê xatir,
Bê gal gal
Bê şevbaş çûyî…
 
Di xwelîdankê de:
Çengek gotinên nîvşkestî
Şerbikê şerabê, li ser masê stûxwar
Bê maç û bê paç…
 
Li pey te:
Di dil de, pîrekî zerdeştî
Şkefteke xalî vedihewîne
Li şevistana veqetînê…