Kürtçe Şiirler

HESTÊN SERBERDAYÎ
 
 
 
Li kendava birûskên awirên te
Jikêr ketim
Li tenişta dilê te bûme penaberek
Bi hewldaneke Spartakusî
Ber bi dilistana te ve hatim…
 
Min,
Hemû mertalên evînê
Li ber kela dilê xwe sû kirin
Hemû şevên xwe
Bi kerb û hesretê parzûn kirin…
 
Kerî bi kerî
Cot bi cot
Dora jidilbûna min rapêçan,
Leşkerên tabûyên te…
 
Te deşta dilpakiya xwe
Li min wergerande qada cengê
Adaniya zozanê xwe
Li min kire xela …
 
Min,

Bi benê tenêtiyê

Bi hevsarê teslîmbûnê
Bi sirûda gazindan
Xwe bi dar ve kir, bi xemsariya rûyê te ve…
 
Min,
Hestên xwe bi meşka agirî keyand
Li ber deriyê sergiraniya te
Min,
Nefsmeziniya xwe
Bi ezameta evîna te şûşt
 
Da ku
Tu venêşêrî ji min
Çêja melankoliya xwe
Bibexşînî, sira nexşeya huzna xwe

Û verişînî girêka huşbûna zîzbûna gulelêva xwe…

 
Payîz’2004-Stenbol