Kürtçe Şiirler
Janeke bê eman î tu…
êvareke bê sebr rapêçam
bi destên xwe yên nermîn
kenekî sivik ez bi rêkirim
bi mircanên berfîn…
bihareke bêwar pêşwazî kirim
bi hel hel û bi xuşîn
du çavên şîn keserkûr kirim
lê bûme xwedî derya…
bajarekî bê derî ye êdî jiyan
dilekî kilîtkirî,
gotin nanisilin di kanîkan de
Janeke bê eman î tu…
2004/STENBOL