lal bû heft salî
li ber deriyê dibistanê
“zeynika zera”
“ keçelok” ên çîroka dapîrê
bi heyde heyda mamosteyê sala yekemîn
xwe li ser bêndera bîrdoziyê seridand
kihêliya çardesaliyê
li ber pêpelûka jiyana xirmalî
destevalayekî bê rêzan bû hejdesalî
xwezî û sal
du hevrikên bêçare
gevizîn li ser bedenê
sal berjor
xwezî berjêr
jiyan û dil
du dildar
du muhibên danêr
her du kewirî
xwezî û hêvî;
di kakilan de, sernixûn
bê lome be!
hevorek e, li ser şivêreya navseriyê
poşmaniya temenê min…