Kürtçe Şiirler
BIKIRÊ DILPAKIYÊ-ŞAÎR
-Ji bo Atîlla Josef*-
Dîmenê asoyê li ber hilû
Bergehê deryayê teng
Kûrahiya dil li ber nizm
Şaîr e,
Tefna evînê dihonê
Bikirê dilpakiyê...
Nahebîne tu qaliban
Bi deh gazan dûr; ji serdestiyê
Pertalê wî ji sûka hejaran
Bi refê xwe re difire
Ji denê Mayekovskî dadigire çemçika xwe
Ji firşikê agirê semawat afirandî
Peyamber e
Zêrkerê peyvê
Ehlê dil e
Olana kenê pitikan
Sûretê siya mixabiniyê
Ya li ser dilê baskşkestî
û hilma birîndarê şoreşê ye ew
Li ber heyveronê
Şeva mişt seqemî
Şaîr e
Mahîr e
Li ber deriyê jiyanê
Tazî
Şilf tazî
Ji hîç yek ristê, weke navê xwe
Nerazî…
*: Sedemîn Rojbûyina wî îsal ( 5 Nîsan 1905) hate pîroz kirin.