Hê jî li ser bedena min in,
Kurtepistên pevşabûna çargavkî vedişêre
Û ji her deverê mala min bîhna te tê
Tu stranek î, têyî nihurandin a niha
Bi ser tenêbûna min de
Hilma te ya di nava min de vehewiyayî
Jana ku bi ser şeva min de dilope
Tu birîna şûrî yî serê sibehan
Di nav nivîna min de
Tenêtiyeke bê ser û ber