Kürtçe Makaleler

NIVÎSKAR, NÛNERÊ RAMANA AZAD E
Berî her tiştî, ez dibêjim divê em kurd xwe êdî li ber çavê cîhanê rezîl nekin. Ew gotin û kirinên ku li gorî cihanê ne meşrû, rewa û paqij bin, divê em dest navêjin wan. Rêzik û rêznameyên cîhana medenî ku heta niha bûne destkeftin u malê hemû mirovahiyê, divêt ji bo me jî, bibin prensîb

Em nikarin ji nû ve biçin, nirx, rêzik, teorî û tiştên wisa li gori xwe şirove bikin û xwe di çavên cîhanê de biçûk bikin û xwe margînal nîşan bidin

Ger ku çewtiyên wiha ji aliyê kesên nexwende, siyasetmedar û kesên ji rezê ve bêne kirin, heta derceyekê, dibe ku em çavê xwe jê re bigirin; lê ger çewtiyên wiha ji aliyê xwende, nivîskar û rewşenbîran ve bêne kirin, ev karesateke ku neyê telafîkirin e

Ev ji aliyê dinyayê ve wisa, em werin ser têkiliyên kurdan. Kî radibe dibêje min ji sifrê dest pê kiriye, bavo ma ev sifir bû çi? Ma sifir naqede? Apê Mûsa bersiva vî tişti da. Ew defter hate girtin. Hinek dostên me yên nivîskar, li Amedê xebatên giranbiha dikin. Lê ji ber ji nû ve keşfkirina cîhanê, ji ber teoriya ji sifrê destpêkirinê, her tiştî dibehdilînin. Ma heta PENa Navneteweyî destûrê nede ew dikarin navê PENê bi kar bînin? Ev tiştekî sosret e.

Çawa ku bêyî destûr, navê UNO, UNESCO, Coca Cola û hwd. kes nikare bi kar bîne. Navê PENê jî her wisa.

Dema li gorî rêz û rêçikan bimeşin, ji xwe ewê wî navî bi rehetî bikaribin bi dest bixin. An gelo, em îhtîlalparêz in, bi zorê qezenckirin, tameke xweş dide me?

Ji aliyê din ve, va ye, Navenda PENa kurd li Elmanya ye. Heta wan camêr û canikan kar aniye vê pengavê, gelek ked lê dane. Ma qaşo em hemû enternasyonel in! Kanî rêza li hemberî kedê. Ger, em dilpaqij bin, em sebrê bikşînin û we heqê we be, hûn doza çi dikin ji xwe hûnê bi dest bixin.

Yanî armanca me, anîna navenda PENa kurd a Amedê ye? Çima hûn pêşî wekî nivîskar xwe bi berhemên giranbiha, bi helbest, roman, çîrok û gotarên xwe nadin naskirin. Ka bila carekê ev xwişk û braderên me, wekî komel hinek xebatên wêjeyî, çandî, zimanî, hinek xebatên sivîl di binê banê komeleya xwe de bikin û bala me hemûyan  û bala PENa Navneteweyî bikşînin ser xebaten xwe yên giranbuha, wê demê , bi rehetî dikarin doza Navendbûna komeleya xwe bikin.

Heqê tu kesî tune dubendiyê û nexweşiyê bixe navbara nivîskarên kurd. Kesên ku rabin li ser navê îdeolojî û siyasetê, saziyên bi  nirx bi kar bînin, wan pûç bikin, aloziyê bike navbera kurdan û rewşenbîrên wan, ew ne ji kurdan re dixebitin. Keda wan kesan belesebeb , bi avê de diçe.

Di destpêkê de, divê em di nav xwe de demokrasiyê saz bikin û pêvanên etîk bikin rewacê. Em ji biyaniyan re,zêde zêde nazik û delal in. Ev çend sal in , demokrasi bûye qajikê devê me. Lê em diranên xwe li birayên xwe disîqirînin. Wa ye zêdeyî deh salan e, PENa kurd li Elmanya dixebite. Dema van birayên me xebata kurdewarî dimeşandin, gelek camêrên ku niha dibêjin em nivîskarên kurd in, wê demê alfebeya kurdî nedizanin. Heta, hinekan ji wan, slav li zimanê kurdî nedikirin.

Ev çi serûbinbûneke sosret e. Pîvan neman. Wijdan nema. Pisûle ango cihêtname hemû xera bûne. Pîvanên dema qewmê Lût îro rewa bûne.

Ew kesên ku niha li Amedê bê destûr dibêjin em PENa kurd in, bila li gorî pivanên PENa navneteweyî bimeşin, heta ku rewşa wan rewa ango fermî bibe, vî navî bi kar neynin. Wekî komele çi navî li xwe dikin azad in. Ji xwe li gorî yasayên tirkî hatine damezrandin. Ji wir destûr standine. Çawa ku bêyî destûra dewleta tirkî nikaribûne komeleyê damezrînin; bêyî destûra Navenda PENa kurd nikarin navê “PENa kurd” û bêyî destûra PENa Navneteweyî jî nikarin peyva “PEN” bi kar bînin.

Lê em bibêjin pêwistî hebe, derfet hebin, kesên jêhatî û ku bikaribin xwe bidin ber vî barî hebin û helbet ku îradeya raya giştî ya nivîskarên kurd bixwaze, di paşerojê de, navenda PENê dikare were Amedê jî, dikare biçe Hewlêrê jî. Ew li gorî mercan û li hevkirina nivîskaran e. Heta dibe ku PEN awayê rêxistinê biguhere.

Mînak, ji her çar beşên Kurdistanê nivîskar bîr, ray û vîna xwe tevli Navenda Elmanya bikin lê kar û barê xwe li cihê xwe bi rê ve bibin. Rûyê PENê yê cîhanê, çawa ku neynik tê gotin, li Elmanya be, li her beşekî Kurdistanê şaxeke were vekirin; ev şax di xebatên xwe de otonom bin, lê girêdayî navendê bin.

Heta ger destûrnameya PENa Navneteweyî destûrê bide, pêkan be, li beşê din PENê kurd ên serbixwe dikarin bêne damezrandin.

Her çi rê dibe bila bibe, divê ev yek bi hevkarî, destûr û raya Navenda PENa Kurd-Elmanya bibe. Lewre heta niha mîsyon ya wan bûye. Paşgotinî, lawazkirin, dijberiya li hemberî PENa Kurd tu payeyê nade hîç yek nivîskarî.

Piştî vê mijara lokal, dixwazim çend tiştan li ser helwesta nivîskariyê jî vebêjim.

Gelo kîjan nivîskar naxwaze li welatê wî sazî û dezgeh bêne damezrandin. Nîqaşeke welê bêwate ye. Kesên vê nîqaşê vedikin, siyaseta demagojî û hemasetê dikin.

Bila tu kes welatparêziya kesekî din nepîve. Ne eşkere ye ka îmana dilê kê xwirtir e. Lê pîvana xebatê heye. Ew pîvan “berhem” in. Gel û dîrok incex di nava demê de dikare van berheman binirxîne. Îroj jî ne roja wê ye. Îro roja xebatê ye. Kî bixebite, dîrok dê keda wî/wê hîç veneşêre.

Nivîskar incex dikarin tovê aştiyê, hezkirinê, li hev hatinê, konsesusê bireşînin. Li ser nivîskaran ferz e ku ew kîn, nefret, dijminahî, nexweşiyê ji cîhanê û ji nav gelê xwe rakin

Ji xwe bi salan hinek ramanên Stalînîst ên ku di nav rêxistinên kurdan de xwe veşartibûn, her tim dijberiya rewşenbîr û nivîskarên kurdan kirin. Nivîskar bê qîmet kirin, nivîskarî wekî karekî biçûk hate dîtin. Her dem ji wan re “kesên nazik”, “kesê bi qerewat” û “birjûwayên biçûk” hate gotin. Xwestin wan li ber çavê gel bê qîmet bikin.

Heta radeyekê fikra li dijî rewşenbîrî, ronahî, nivîskarî, ramana li dijî “hibrê” bi ser ket. Di serê gelek kesan de, nivîskar wekî kesên beredayî, kesên ku “diaxivin”, “dinivîsin” bi cih bû. Ango peyvên ku li ba neteweyên din bi nirx in û têne pîrozkirin, li nik me hatin lanet kirin. Toqê lanetê kirin stûyê “axavtin” û “nivîsandin”ê.  Ma peywira nivîskar ne ew e ku biaxive an binivîse. Gelo nivîskarên cîhanê çi dikin? Berikan ji devê xwe diavêjin?

Nivîskarê kurd Sakarovan, Salaman Ruştiyan, Milan Kunderayan, Beşikçiyan û Noam Chomskyan dikare bişopîne, ne bibe ku wekî nivîskarên regezparêst û hêzparêzên ên tirk, faris û ecem. Lê helbet her nivîskarek li dijî zilm, zordarî û desthilatdariya dagerkeran jî radiweste.

Piştî tecrûbeyeke wisa xerab a bi salan, divê nivîskar, tovê vê ramana xerab a ku rengê xwe ji Kemalîzm, Stalînîzm û Baasîzmê wergirtiye ji nav xwe biqelînin. Digel bîr û rayên cûda jî divê nivîskar qedrê hevdu bigrin, nîşanî siyasetmedarên kurdan û nîşanî yar û neyarên xwe bidin ku ew dikarin bi hev re kar dikin.

İncex nivîskar dikarin li welatê xwe bibin nûnerê ramana azad. Bêyî ku ew serî li ber tu partî, îdeolojî, hêz, dewlet, kes, komikên desthilatdar bitewînin…

Çawa ku li nav rejîmên dîktatoryel ên wekî Sovyetên berê, li Îran, Amerîka Latîn û deverên din nivîskar bûne sembola ramana azad, li hemberî hemû otorîteyan serbixwe mane, bûne wijdanê gel, ger li welatê me modeleke nivîskaran hebe, teqez dê ew modela wan welatan be.

Ew nivîskarê ku bi serê hêzê, otorîteyê sond bixwe naşê azad bifikire. Li hemberî zilmê mafê mazlûman biparêze, li dijî reşî û tarîtiyê, li nik rewşenî û ronahiyê cih bigre.

Helbet li Bakur, Başûrê Rojava û Rojhilatê welatê me, desthilatdariya gel tune û kurd nebûne xwedî statû. Lewre wekî îstîsna li hemberî çavsorî û çewsandina dewleta tirkiyeyê; nivîskar dikare mafê hemû partiyên kurdan biparêze, lê li hemberî neheqî, nelirêtî, zordarî û qedexekirina ramanê, li dijî partiyên kurdan jî helwesteke rewşenbîrî tevbigere. Ne ku bibe maşika siyasetmedar û partiyên kurd.

Çiqasî xurt bin bila xurt bin, divê nivîskar çewtî, zordarî û nedemokratîkbûna partiyên kurd veneşêre, çavê xwe jê re negre. Di vê babetê de, “takiye”, “melaqî, “şelafî” zêde ye li bakur. Ji nivîskarê xwedî wijdan û etîk re peywir e ku li dijî vê durûtiyê, bi pênûsa xwe têbikoşe. 

Lê li Başûr wekî hemû dewletên medenî û pêşketî, nivîskar divê sînorekî bixin navbera xwe û dewletê ango desthilatdariyê, bibin wijdanê gel, wekî neynikê kul, derd û azarên civakê  di berhemên xwe de birengînin. Divêt li vir nebin şirîkê çewt birê ve birin, kêmasî û polîtîkayên li dijî demokrasiyê. Lê li hemberî dagerkerî, neyarî û nîjadperestiya dewletên Rojhilata navîn jî, peywira welatparêziyê bînin cih û li def saziyên neteweyî rawestin.