Kürtçe Makaleler

TORMANCÎ

03.12.2005-Stenbol/NETKURD



Dostekî min telefon da min. “Gelo naskiriyekî te yê ku bi soranî û tirk an jî bi soranî û ingilzî zanibe tune ye?” Kurtedemekê hizirîm paşê min “Na” got. A niha tu kesê wek ku tu dibêjî li Senbolê nas nakim ji bilî xwe” min got û keniyam.

 

Di jiyana xwe ya rojane de em çend heval soranî hinek caran dema em henekan li hev dikin û hindek caran jî dema peyveke ku em peyda nekin di şûna wê de em bi kar tînin. Ew dostê min tenê bûbû şahidê demên wisa; yanî di heqê soraniya min de ne xwediyê agahdariyeke baş bû.

 

Îcar meseleyê dirêj nekim, hema yekser sedema ku dostê min telefon dabû û li soranîaxêvekî ku bi tirkî an ingilîzî digeriya bibêjim. Ji saziya penaberan a neteweyên yekgirtî ofîsa tirkiyeyê dostekî jê re gotibû, “Çend penaberên başûrî yên ku beriya çend salan hatine li tirkî bi cih bûne, ew penaberên ku ji ber sedemên civakî, ne ji ber sedemên siyasî bûne, ji aliyê deweleta Emerîka ve hatine pejirandin. Ewê piştî çend mehan biçin Emerîka. Ji bo ku li wir rehet bijîn, çawa gava xwe avêtin Emerîka da bikaribin di warê tendirustî, perwerdeyî, kar û xebat, bi kar anîna kartên bankeyan, razandina heqê fatûreyên av, ceryan û telefonê… têgihiştina maf û berpirsiyariya xwe, agahdariya yasayên civakî û fermî… ji bo van hemû tiştan çar rojan ewê bêne hewisandin û perwerde bibin.

 

Ez ji bo agahdariya vî karî çûme ofîsa UN. Ji min re gotin çend malbatên kurdên Irakê ne. Ger tercûman nebe ewê bi derengî bikevin û heta niha me tercûman peyda nekiriye. Min got wele soranî hema bibêje zêdetir ji notî têdigihim û bi rehetî dikarim wergerînim tirkî, lê min tu caran ji tirkî wernegerandiye soranî. Yanî soranî baş fêm dikim lê axavtina min ne wek têgihiştina min e. Lê ka em roja pêşî lê binêrin, dawî pêkve biryarê bidin.

 

Pisporan ewê ev agahdariyên ku li jor min behsa wan kir bi tirkî ji wan re bigotana, minê ev pirs û agahdariyên perwerdeker û pisporan wergeranda soranî û pirs û her axavtina penaberan jî wergeranda tirkî.

 

Henek menek… min xwe lê qewimand. Roja duşembê 28.11.2005an dest pêkir. Roja pêşî saet nehan ez çûm avahiya ku ewê ev penaber perwerde bikirana. Weqfeke Emerîkî bû. Bi alîkariya hekumeta Emerîka û kesên xêrxwaz û dêra Katolîk kar dikir. Lê xebatkarên wê Îranî, Kosovayî, Tirk, Ereb û hwd. bûn. Armanca weqfê, beriya şandina wan kesên ku li tirkî penaber in û Emerîka ew wekî penaber qebûlî welatê xwe kirine perwerde bike, wan bigihîne asta kesekî di derheqê sîstema Emerîka jîr û jêhatî.

 

Serê sibehê malbatên ku ji başûrê Kurdistanê bûn hatin. Çar malbat bûn. Ji Hewlêr û Silêmaniyê. Bi tevahî 18 kes bûn. Temenê wan ji yeksalî heta bi 52 salî bû. Neteweyên Yekgirtî (UN) ew li Sêwas û Kayserî bi cih kiribûn. Helbet di sinifê din de, Sînî, Îranî, Somalî û Özbekistanî jî hebûn. Perwerdeya her neteweyî cihê bû.

 

Çar rojên trajîk bûn. Baş tênegihiştim ka çima ev kurdên başûr diçine Emerîka. Lewre nedixwestin çîroka xwe ji bo tu kesî vebêjin. Tenê digotin em penaberên sosyalî ango civakî ne. Belê bi qasî ku min texmîn kir hinekan ji wan olê xwe guhertibûn û bûbûn Mesîhî, hinek ji wan jî wek ku Fileh bin û jineke Misilman revandibin, îcar digel malbata xwe reviyabin xuya dikirin.

 

Lê çîroka wan her çi be ew tiştekî din e; dema pispor behsa jiyan, rêz û rêçik û yasayên Emerîka dikir hindek caran xwîn ji rûyê wan, ji ser û çavê wan vedikişiya, çavên wan beloq dibûn. Wekî mînak perwerdeker digot, “Hûn nikarin kincên şûştî di şaneşînê de daleqînin, hûn nikarin bi ser zarokên xwe de hêrs bibin, ger hûn hêrs bibin ewê zarokên we dewlet ji we bistîne…wê demê xwîn ji rûyê wan vedikişiya … û dema perwerdeker digot li Emerîka jiyan gelekî buha ye, ew kesê kal û pîr jî be ger nexebîte nikare bijî, bi taybetî penaberên pîr dibehitîn.

 

Carekê pisporên sosyal wisa behsa Emerîka kir jinekê ji wan wisa got; “Kak Hesen pê bilê, aya detiwanim nerom Emerîka… aya hez bikem birom Ewrûpa debê?” Yanî Kek Hesen ka jê re bibêje gelo ez dikarim neçim Emerîka, lê biçim Ewrupa?

 

Dema min ev gotin wergerandin tirkî li xweşiya pispor neçûn. Got nabe… tu dikarî neçî Emerîka, lê şandina Ewrûpa ne hêsan e. Bi tenê Norwêc û Fînlandya salê çend penaberan qebûl dike. Îsal çû nabe tu serî lê bidî.

 

Welhasil çar rojên me qediyan. Di jiyana min de tecrûbeyeke xweş û baş pêk hat. Çar rojan, serê sibehê saet 08 heta bi berêvarê saet 17 ji bilî bêhnvadana çayvexwarinê û saetek bêhnvedana firavînê wekîtir hemû dema me bi wergerandina soranî-tirkî û tirkî soranî derbas bû.

 

Ez zanim gelek dost û hevalê min ê nêzîk dema vê gotarê bixwînin ewê bi dizîka bikenîn… wisa muzir muzir mekenin. Bawer bikin ez bi tormancî (torî+soranî) neaxivîm. Helbet car caran kurmanciya min di nav soranî de gewr dikir. Lê mesele ew bû ku em hevdû serwext bikin ne tiştekî din.  Bi rehetî derbas bû.

 

Roja dawî me foto digel hevdû kêşa. Kesekî ji wan xwar jor hevokeke wisa got: “ Kek Hesen bexwa soraniya te zor çak e, balam ger to netiwanî wişayî erebî bikar hênî karî to tozek zehmet debû…” (Kek Hesen soraniya te gelekî baş bû, lê kut e gelek peyvên erebî nizanibûya karê te gelekî zehmet bû…)

 
Xohafîz…