Kürtçe Makaleler

NAME BO JAN DOST
Birêz Dost,
 

Min nivîsate ya li ser rewşenbîran xwend. Ya rast dilê min dixwaze gotareke dûdirêj di barê wê de binivîsim. Gotara min hema bêja wê wekî piştgiriya cenabê te bûya.

 

Lê dostê Dost, bawer bikî pirr westiyayî me. Ne ji ber rewşa rojane û bêtaqetiyê. Vê gavê ji ber rewşa hiş û ruhiyeta xwe pirr westiyame. Kengî min hêz û derfet dît bawer bike ezê binivîsim.

 
Aniha dixwazim wekî sohbet çend hevokan binivîsim ji te re.
 

Ez wiha berê xwe didim xwe: Ez xwe wekî hevalbend, piştgir, û berpirsiyarê her mirovekî jar, ketî, bindest, mezlûm û yê ku bo doza azadî û rûmeta xwe ditêkoşe dibînim. Ez bi wî çavî li xwe dinêrim.

 

Di jiyana xwe de, heta ji min hatiye, min li her beşê Kurdistanê xwestiye mafê hemû mirovên muxalif, biparêzim. Bi vê munasebetê bi dehan car min bo neheqiyên partiyên Kurd, PDK-Başûr, PKK, YNK û li hemberî dewletên dagerker daxuyanî dane. Heta ji min hatiye min dengê xwe bilind kiriye.

 

Di jiyanê de, tiştekî ji helwestnîşandan, serîhildan û şermazarkirina li dijî neheqî, zilm, serdestî û zordariyê xweştir, birûmetir û hêjatir nabînim. di jiyana xwe de, ger rojekê em biçin ber mêzina xêr û gunehan, ez başiyên di vê babetê de ji xwe re dihesibînim. Têkoşîna ku min bo mafê xwe dabe, nahesibînim. Tiştê herî baş ew e ku mirov li ser hevalê xwe, li ser kesên din, li ser kesê mirov wan nas nake bixeyide ye. Mêranî ne ew e mirov hema bo mafê xwe şer bike. Ez dibêjim mêraniya mezin ew e mirov li ser mafê "yên din" dengê xwe derxe. 

 

Di babeta Yeqîn H., Şivan Perwer, Kemal Seyîd Qadirê ku li Hewlêr hatibû girtin, Serdeşt Osmanê ku li Başûr hate qetilkirin, , Tehdîdên PKK li ser Rojîn, kuştina Hîkmet Fîdan, Kanî Yilmaz, Kemalê Sor, gerîlayekî Kurdê Rojhilat niha navê wî nayê bîra min, dibe ku paşnavê wî Bextiyar be û gelek bûyerên wekî van min bi daxuyaniyan şermezar kirine. Ev daxûyanî û gelekên mîna van di gelek malperên wê demê de hatine weşandin. Di amude.com, avestakurd, nasname.com, rizgari.com û hwd. de… Ji xwe behskirina daxuyanî û helwestên xwe yên dewletên dagerker munasib nabînim.

Mebesta min ne ku behsa kirinên xwe bikim. Ez dixwazim gotinên te piştrast bikim û hesasiyeta xwe ya li hemberî neheqiya Kurdên serdest bi cenabê te re parve bikim.

Ji îro bi şûn de jî niyeta min tune çavê xwe ji neheqiyê, zilmê, serdestiyê, nelirêtiyê re bigrim. Bi taybetî PKK, PDK-Başûr, YNK partiyên serdest û xurt in. Ez bi xwe çavdêr û şopînerê rabûn û rûniştina wan im. Li hemberî kîjan kurdî neheqî û xeletiyan bikin, li gorî mefera xwe ezê dengê xwe bilind bikim.

Lê rastiyeke din jî heye: Ez bi xwe ne xwediyê saziyekê me. Bi tena serê xwe me. Li pişta min eşîrek, rêxistinek, an hêzeke din tune ye. Ne mimkun e, bikaribim, rojane her bûyerê bişopînim an jî li gorî her bûyerê helwest û daxuyaniyekê bidim.

Di barê pêşveçûn û bûyerên li Rojava bi rastî ez bi xwe heyirî mame. Bawer bike mesele ne ew e ku ji ber gef û hêza PKK dengê xwe dernaxim. Ji xwe ez helwesta PKK ya li hemberî partiyên din ên Kurd pak nabînim û ne mimkun e serdestî, zordestî û neheqiya ku PKK li kurdan bike qebûl bikim.

Li ser Rojava em nûçeyên dirist û rast wernagirin. Digel vê yekê, wek min got bi rastî em ji ber rewşa Bakur a xerab îcar hişê me naçe ser xeletiyên PKK ên ku li Rojava dike. Belkî ew kêmanî be ji me re.

Roj bi roj, em bi nav salan de diçin. Hêza me, energiya me jî ne wek berê ye. Lê heta ji min were ezê kirinên hovane yên di nav kurdan de bişopînim û ezê li nik jar, lawaz û bindestan cih bigrim.

Min xwest van hest û ramanan bi te re parve bikim.

Slavên dostaniyê ji te re dişînim.
 
Hasan Kaya

05.07.2013-Ankara