Kürtçe Makaleler

ÊVÎNA SANAL A NEFELA KEÇA MÎR GIRNEWAS
 
Netkurd, 28.02.2006-Amed
 

Ezê daketim serê komputuran e, minê bala xwe daye ji wê de hate keçeke kurdan e. Fotoyê wê spehî, gotara wê Liyan e. Wele dibêjinê keça Mîr Girnewas, Nefela zalimane. Minê bi çar dengan bang kiriyê; "Hey zalimê (helbukî şekirê) de tu were ji warê Frenkan e, bi destê te bigrim bibim bigerînim li warê xopan, paytextê sultanê Alî Osman e."

 

Nefela keça Mîr Girenwas bi du dengan bang kir, "Hey lo lo lo lo , hey lo lo lo lo, te hişê xwe xwariyo, çi ji te bûye ma tu del û dîn bûyiye...here ser texterokî sanal, bila ji te re antîvirusekê peyda bike, nameyekê fire bike, bila Microsoft dermanekî ji te marûmî re çê bike, ez sozdara ders û kursan im, keça zankoyan im, min bela evîna sanal nîne, hey lo lo lo lo… de lo lo Stenboliyê del û dînî de lo lo... ha ha ha hîîî (li vir lorîna strana "Derdek li min bûye peyda” tê ser fonê.

 

De wele ezê piştî şeva ku pênc saetan me got û biland şiyar bûme, çav li serê min sor bûne, kizîniyek ji ber wan gotinên te yên kêmşirove ketiye ser qolincê min...minî xwe li ber prîntera xwe vezilandiye, dîhn û bala xwe didimê, ji wê Zîna ku şeva din hatî ser textê messengera min hîç eser tunîne... ew birûyên bismilahî, rûçikên sêvmeletî, gotinên şekerlebî ji hard diska min difûrîne, niha yek ji wan tunîne… de were zalim were zalim bêhal û mefer im (Nefela keça Mîr Girnewas li vir hema ji nişkê ve dest bi strana “Ehmedê Mala Mûsa” dike... du dilop hêstir ji çavên Baranê Stenbolî dadipêlin û bêhemdî wî dest diçin ser mişkok û guleke sor diavêje ser e-maila rûperiyê.)

 

Xwedawenda Nisêbînî, dest diavêje sêlikekê (CD), bi lez sêlikxwînera xwe (CD pleyer) dixebitîne û hewara xwe digihîne Zadîna Şakir û Hemîdê Mecîd... herdu hozanên êla Sipkan xewna Nefela keça Mîr Girnewas şirove dikin: "Êmenê, de tu dar li ber deriyê mala bavê te şîn nebûne... Tenê siya darekê xwiya dike; lê me kir û nekir ji hev dernexist, gelo ka tu sî yî an dar î an jî Dêrî yî... Swêd û dêr têkilhev bûne, ew dilşewitiyê li ber Messnegera te veketibû ji vê sibeka xwedê ve li benda tilîk, birû û nermekubariya te li wir xuya dike wa ye ji qerem ketiye. De wele tu hatî, wek rojeke zêrîn lê hilatî, gotinên şekir ji lêvên têrgezo bi ser de barandin û bejn û bala xwe da alî...nişkê ve winda buyî… ew niha wekî dînê nava sûka Cizîr û Nisêbînê têy diçêyo... ne hedan û ne aram e lê lê de lê lê keça mîrê Cinan Sîdar narîngewrê...

 

Piştî ku Zadîn di ber dengê teyr û tilûrên ku bi şewbê ketibûn re, bi alîkariya Hemîd kurteşiroveya wê xewnê dike, Sîdar Banuya keça Mîr Girnewas dibêje û dibilîne, "Were bêevîno! Ezê evîneke sanal ji te re çêkim, şerbeta Bûnisrayî pêdakim, hevîrê wê korevînê bi ava Çexçexî bistirim, şeraba sor a Soryanî ya ji tiriyê Kerkûş bi ser da kim, xwarinên Sînî li ber te rêz bikim, pirtûkeke Kafka di "Roja Dersgistiyan" de daynim ser sîng û berê xwe û pêşkeşî stres û kayrana canê te bikim…. De lo lo lo lawikê Stenbolî lo lo.      

 

Baranê Stenbolî heçku şûrekî ji kalan derîne hema xwe çeng kir û dest avête Bisqê: “ Delal delal sed û yek carî delal… xezala binê Çiyayê Bagokê, qazordeka dora Hetabîn û Dêra Çomara, gula eşîra Omerya û Dêrevera, Hinara Stilîl û Mêrgevera! Piştî chata şeva çûyî, sozdayî me ku heta tu li darê dinê bî, tuşên klavya min her bibin razvêşerê dilê te û mikrofon û webcama min tu sûretan nehebînin di ser canê te re… de were zalim were zalim… were.

 

Piştî van gotinan Nefela keça Mîr Girnewas xwe avête ber himbêza pîrika xwe ya ku ji biçûkatî ve ew bi xeberoşk, çîrçîrok, dûrik û stranan mezin kiribû. Ji her çavekî wê du lib hêstirên wek tiriyê mezrone yê Newala Bûnisra ji nav dehlên Gurînî û bawerneyiyan ji çavên wê yên belek pêşî xwe bi ser rûyê wê yê masûm-melekî û hinarikên wê yên sipîsor de berdan, dawî her çar dilopên hêstiran yên ku wergeriyan tozeke elmasî û krîstalîze bûn, ketin ser tuşan.

 

Êdî Nefela keça Mîr Girnewas xwe ranegirt… pirqînî pê ket û bû îske îska wê. Bi lez malpera www.turkishairlines.com.tr vekir. Bilêtek ji bo Stenbolê veqetand, hinekî hizirî dawî poşman bû û dev jê berda, karta krediyê derxist û li numereya wê nêrî, hema yekser bîlet kirî. Bi lez bahola xwe ji kîlerê derxist dest bi amadekariya çûyînê kir, çend pirtûkên helbestan yên şaîrên kurd ên nîhîlîst, ji bo guhdarkirina MP3bêja piçûk a ku 732 klamên dengbêjên wek Mirado, Zahiro, Şivan, Kawîs Axa, Xidir û Huseynkê Omerî, Karapêt û Meyremxan tê de tomarkirîbûn, ji ber ku Baran ji wî wêneyê di pencereya Messnegreyê hez kiribû, da ku diyarî wî bike, wê ew wêneyê xwe yê ku piştî porşekirin, makyajkirin û rawestîneke dirêj a li ber neynikê dabû kişandin, çend kinc û gore, xilxal, morîk û mircan û şerabeke Vintage avêtin baholê. Parfumeke  Heidi Klum Edp For kire tûrikê xwe yê kejî yê şivaniyê. Hema bi xiroşî ev hevokên nîvçewt nivîsîn, ‘Xwe ragire Baran, xwe ragira peytaxta xwedan qesr û seraya Mahpeyker Kösem Sultan! Ez têm…felan saetê… Saet  di…..de li balafirgehê me. Slavvvvvvv. Byyyyyy.

 

Dema Nefela Keça Mîrê Cinan, keça Mîr Grinewas bi bayê bezê ji mal derket, ji berguhkên MP3ê Karapêtê Xaço strana “Gênc Xelîl wekî mîxekî di serê wê de diçikand û dapîrê metelemayî surahiyek av di pey re reşand.