Kürtçe Makaleler

FOLKLORA KURDÎ-PÊŞEK

         Diviyabû yekî ji me ev kar bikira. Va ye, Mahmut Barık kir. Mala wî ava, seheta wî xweş be. Ger ku Mahmut, li herêma xwe ev kar nekira; ne dûr, piştî deh salên din, lêkolîner û berhevkaran dibe ku bi salan, li yek rûpelên ku wî berhev kirine bigeriyana. Peyda dikirin, nedikirin ew jî li gorî şensê wan bû.

          Ew motîfên folklorîk ên ku wî bi pênûsa xwe namîdar kirine, nefsa me, ango şaneyên kesayetiya me ne. Bîr û hiş, xeyal, bawerî, tama devê me, bi kurtî kesayetiya me bi van motîfan hatiye honandin. Lewra parastina van motîfan, parastin û lijiyanêhiştina me bi xwe ye. Nifşên nû dê bizanin ka nifşên berê çawa jiyîne.

         Xweziya me statuyeke neteweyî, etnîsîteyî hebûya; da ku me bikaribûya alav, amûr kinc û berg û hemû hêjayiyên etnografîk biparasta. Gelo bi derfetê kesîn mirov nikare hinek ji van tiştan, bigihîne paşerojê. Neteweyekî ku van hêjayiyên madî û manewî ji paşeroja xwe re nehêle, dişibe mîna maleke koçber ku kes nizane ji ku derê hatiye; wisa rût tazî.

           Ya rastî, her çi qas dewletên ku kurd di bin desthilatdariya wan de dijîn, li hêjayiyên kurdan ên madî û manewî nebine xwedî û wan neparêzin jî, rojavayiyan bi keştiyan gelek bermayiyên Mezopotomya birine pêşengehên Berlîn, Parîs, London û cihên din. Hîç nebe, zarokên welatê navbera her du çeman, dê li Ewrupayê, li pey şopa bav û kalên xwe bigerin.

          Dibe ku dewletên Rojhilata Navîn qedrê çand, kelepor û bermayiyên şehrezayiya Mezopotamyayê nizanibin; an jî wan dil nebe ku bi qedrê wê bihesin. Li ser vê xaka qedîm û bi bereket, ji bo hemû mirovahiyê, ji bo hemû civakan, folklor-xelqiyat-çanda madî û manewî heye. Ger ku di fakulte, enstîtu û navendê lêkolînê yên ûnîversîteyan de, li ser vê şehrezayiya zengîn lêhûrbûneke bi rêk û pê bête kirin; dê derkeve holê ku tip-bijîşkî, sektora xwarinê, sektora hûremûrên diyariyê, moda (çavlêkirin), wêje, teknîk, zanist, tiyatro, sînema û gelek şaxên huner ên din, dê sûdê wergirin.

         Ji ber ku kurd ne xwediyê statuyekê ne; ev zengînî hemû li erdê dirizin û diçin. Ya rastî ger ku Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, weke polîtîkayeke fermî, karê berhevkirin, parastin, pêşvebirin û danasîna şehrezayiya kurdan bike, hîç nebe ewê bikaribin gelek hêjayiyan ji beşên din ên Kurdistanê bibn nik xwe û ji tunebûnê rizgar bikin.

          Li perçeyên din ên welêt, ji ber ku statu hêj nehatiye bi dest xistin; mirov nikare her tiştî li saziyan biparêze. Lewre ewlekarî hêj pêk nehatiye. Naxwe, bar dikeve ser milên kesên ku bi awayekî sofiyane û derwêşane bi çanda kurdî ve têkildar û girêdayî ne. Çawa me li jorîn jî got, Mahmut Barık yek ji van kesan e. Wî pêk anî û bi ser ket ku navê xwe, di nav lîsteya berhevkarên zargotina kurdî de bide nivîsandin.

 
 
Hasan KAYA
26.01.2003 / Stenbol