Kürtçe Makaleler

AZMÛNA MIN A HELBESTÊ
 
 
 
Salên ku min dibistana navîn dixwend, hezkerê helbestê bûm. Di civatan de, dema helbestên Cegerxwîn dihatin xwendin kela min radibû. Min edebiyata tirkî baş dişopand, antolojiyên ku li zimanê tirkî hatibûn wergerandin dixwendin. Helbesta Amerîka Latîn, ya Felestînê bala min dikişand.

Di lîseyê de, hindek caran min bi dizî helbest dinivîsîn. Bi tirkî min dest pê kir. Lê carekê min bi kurdî helbestek nivîsî. Wê helbesta xwe di arşîva xwe de dipêrêzim. Wê demê min alfabeya kurdî nizanibûye.

Piştî ku min li zanîngehê dest bi xwendina Ziman û Edebiyata tirkî kir êdî ji nêz ve têkiliya min bi edebiyatê re çêbû û heta ji min hat min dest bi peydakirina berhemên bi kurdî hatine nivîsîn kir. Helbestên Cegerxwîn, berhemên Ereb Şemo, Hawar bi dest min ketin, êdî hindek caran li gorî helbesta klasîk min ji xwe re helbest rêstin. Lê ew helbest di cihekî de nehatin weşandin. Ji xwe danûstandina min bi tu dezgehên çandî re nebû.

Piştî salên 1990î ku Kovara Rewşen û Rojnameya Azadiya Welat derçûn, êdî têkiliya min digel wan çêbû. Me li Edeneyê Navenda Çanda Mezopotamya avakiribû, li wir min êdî bê navber helbest nivîsîn, gelek caran bi mebesta gotinan ji mûzîka koman re binivîsim, min dest diavête pênûsê. Mînak helbesta min a bi navê “Çiyayê Bêzarê” ji straneke Koma Rewşen re bûye gotin, heman dem ev helbest ji kaseta wan re bûye nav.

Ne şaş bim cara yekem helbesta min di Kovara Rewşan de hatiye weşandin, navê wê helbestê “Dil Qemûşk Girt” bû.

Wan salan şerekî xedar hebû li welat. Di bin bandora wan rojan de, min bi sedan helbest nivîsîn. Mixabin nebûn pirtûk, di nav arşîva min de razayî ne.

Ez werim ser dabaşa “Helbest çi ye , ne çi ye?”

Nizanim gelo kî dikare xwe mafdar bibîne ji bo bersiva vê pirsê bide. Digel vê baweriya min a ku dibêjim pirseke dijwar e, dîsa dikarim bi çend hevokan li dora vê pirsê bigerim, ji ber xweşbîniya xwîner bi wêrekî nêzîkî pirsê bibim.

Bi ya min helbest; serîhildana li hemberî hemû yasa, rêz û rêçikên serdest e. Tenêbûn e, ji civakê dûrketin e, pêkenîn, henekpêkirina bi jiyana normal e. Helbest aveke tezî ye, gotinên şûştî, krîstal in ku ji nîveka dil xwe bera serê pênûsa gunehkar didin in.
 
Helbest, afirandêrê xwe, ango helbestvan digîhîne nêzîkê mala Xweda, helbestvan bi Xweda re dike cîran.

Helbest ne ew e ku xwendevan bibêje “Wî…ma ev çi gotinên sivik in…hema ez jî vêgavê dikarim binîvîsim” lê tu cara ewê nikaribe kopî bike ye. Helbest ne ew gotinê dubarekirî ne. Ne gotinên ku bêne teqlîdkirin in. Bîhn, reng, tam û drûvê xwediyê xwe wekî qalib, mohr bera ser kaxezê didin. Îmzeya helbestvan in helbest.

Slav û rêz


Hasan Kaya

09.04.2007-Amed