Kürtçe Makaleler

HEKÛMETA KURDISTANÊ Û DEMOKRASÎ


03.07.2011


Piştî ku Dewletên Amerîka yên Yekbûyî konsepta projeya mezin a Rojhilata Navîn çêkir, kifş bû ku êdî dîktatorên cîhanê dê nikaribin wekî berê hukmê xwe bimeşînin. Guhertina mezin li Iraqê pêk hat û rejîma Seddam hilweşiya.


Ev pêşveçûn li wir ranewestiya û li nav hemû dewletên Ereban hêdî hêdî ji bin ve rewş guherî. Heta ku li Misir, Tunis, Yemen, Lîbya û deverên din serhildan pêkhatin.

Li cîhanê dem dema teknolojî û ragihandinê ye. Dewletên mezin famkirin ku êdî heke li cîhanê evqas rejîmên xerab, ne demokrat û zalim hebin, bo wan jî dê rewş xerab be. Lewre her ku diçe koçberî zêde dibe, aboriya wan xerab dibe û talokeya şerê medeniyatan nêzîk dibe. Bo wê yekê Emerîka û dewletên Ewrupa hez dikin ku li Asya û Efrîka îstîqrareke nisbî hebe, xizanî kêm bibe, demokrasî pêşketîtir bibe.


Xelkên van dewletên dîktator, ango li Asya û Efrîka gel bi saya înternet, televizyon û navgînên din ên ragihandinê qiymetê jiyanê, demokrasiyê û insaniyetê fam dikin û êdî jiyana berê qebûl nakin.


Rewşa herêma Kurdistanê hinekî cuda ye. Sed der sed naşibe rewşa dewletên Asya û Ewrupa, ne ku bi vê gotinê dixwazim kêmasî û neheqiyê sîstema hekumeta Herêma Kurdistanê bin cil bikim ango veşêrim. Lewre Kurdan têkoşîna azadiya dan û şoreş pêk hat. Ev kesên ku rêberên şoreşê bûn, PDK, YNK û hevalbendên wan bixwazin nexwazin jî nikarin hukmekî wekî yê Seddam, wekî yên Baasa Surî û wekî Qralên Ereban bimeşînin. Lewre wan bixwe li dijî zordariyê şer kiriye û binyada wan demokrat e. Di demeke kurt de, sed der sed nikarin wergerin dijî nasnameya xwe ya şoreşgerî.


Lê helbet digel vê tesbîtê jî, di yasaya bingehîn, yasayên din û bi taybetî jî di warê pratîkê de, gelek çewtî, kêmasî û nezaniyên hekumetê hene. Mînak yasaya çapemeniyê muhtacê guhertinê ye. Mafê jinan gelekî binpê dibe, mafê karkeran pirr di asteke jêr de ye, xasmen ez dixwazim balê bikşînim ser mafê zarokên biçûk ên karker. Di rewşeke pir pir xerab de ne.


Gendelî û torpîl gelekî zêde ye. Gelek malbat li ser serê milet wekî qralê Ereban in. Em dikarin listeya van kêmasiya zêdetir bikin.


Helbet heqê Goran û heqê her kurdekî heye li dijî van neyîniyan protestoyan bike, fikr û raman xwe der bibe, helbestan binivîse, şanoyan bîne ser dikê, di rojnameyan de nûçeyan çêbike, komel û weqfa ava bike, bi taybetî sendîqayên karkeran ava bike û li dijî van neyîniyan bitêkpşe, biqîre, drûşmeyan bêje.

Lê pîvanên têkoşîn û rêbazên wê, helbet divê demokratîk bin. Wekî li jor hate gotin, heger rejîm faşîst û dîktator bûya, wê çaxê gel dikaribû bi şidet, bi zor û bi rêyên din şer bikira. Belê rejîma Herêma Kurdistan e, ne di asteke bilind be de jî, dîsa “DEMOKRATÎK” e. Hilbijartin heye, çapemenî heye, partiyên cuda hene, bazar serbest e, xelk û olên din, Êzîdî, Asûrî, Cihû, Ereb û Turkmen ne din tehdîdê de ne û mafên xwe bi kar tînin, kêm zêde mafê xwepêşdan û mitîngan heye, huner serbest, edebiyat, spor, sînema heye. Bo van hemû tiştan şerê çekdarî, şidet û rêkên dijî demokratîk ne rewa ne li herêma Kurdistanê.


Helbet digel ku ev rêkên ne rewa werin ceribandin jî, heta dawî,, hekumet, leşker, dadgeh, partî û hemû alî mecbûr in bi sebreke cemîl nêzîkî muxalefetê bibin.. Lazim e, hêzên ewlekarîyê hêzeke bi kontrol, ji ya muxalefetê ne bêtir bi kar bînin û rê li ber qewmînan bigrin, lazim e meqsed ne tolhildan be, bi awayekî demokratîk li hemberî çalakvanên muxalîf were tevgereandin. Lazim e, ew adil mehkeme bibin, zilm, kotekî li wan nebe û divêt xizm û lêzimên wan ji ber kirinên wan neyên sûcdarkirin.


Banga min bo xelkê Herêma Kurdistanê ev e: Bo welatekî demokrat, pêşverû, modern, zengîn lazim e heta dawî fikr û ramanên cuda hebin, rexneyên li hekumet, serok û yasayan rewa ne, bi hênceta heqaret, welatparêzî an yasaparêziyê lazim e, zilm û çavsorî li muxalefetê nebe.


Lê divêt Muxalefet jî rabirduya xwe jibîr neke, ew demeke kurt e ji bin destê dîktatoran rizgar bûne. Heta dawî bila muxalefet, rexne û projeyên alternatîf hebin, lê demokrasî mîna keçeke bedew e, divê qedrê wê bizanibin, wê neêşînin.


Roj roja hunermend, nivîskar, zana û aliman e. Bila toleransê, xweşbînî û bîhnferehîyê pêşniyar bikin bo hemû aliyan. Pîvan bila pîvanên cîhana medenî, rojava bin. Çawa li Brîtanya, Emerîka, Swêd û deverên din yasa, rêzikname, tore, pîvan û ameliyat heye, divêt li herêma Kurdistanê jî rêzanî her wisa be.


Hekumet jî mecbûrê guhê xwe bide muxalefetê, guhê xwe bide ronakbîr û zanayan. Bi xurtî, bi darê zorê, tenê bi yasayan welatek pêşve naçe.


Bo wekhevîyê, edaleta civakî, bo edaleta aborî, û parvekirinê gavavêtin lazim e. Bo demokrasî, mafê mirovan, yasayên nûjen lazim in. Lazim e, hiqûq, çapemenî û parlemento baş karibe çavdêriyê li hekûmetê bike. Lazim e saziyên ne rewa werin hilweşandin.