Mafê axavtinê ji nûnerê hekumetê, nûnerê partiyan, rêxistinên sivîl ên wek yekîtiya nivîskaran, yekîtiya jinan, takekesên olî Metran Petros Herbelî, Qeşe Ebu mazin, Mele Ehmedê Şernexî, lêkolîner û hunermendên ku li ser vê qirkirine berhem dane, li ser navê lêzimên goriyan, şahidên bûyerê û hwd. yeko yeko heçku di merasimeke olî de bin, bi peyvên nermik û libo libo diaxivîn. Ristikên helbestvanên kurd û asûrî peyvên pîroz ên mele u metran tevlihev dibûn.
Piştî demekê zabitekî Emerîkayî, bi berçavka xwe ya ku camên wê reş bûn, bi beşereke mexrûr û xemgîn hate ser dikê. Beriya were ser dikê, min berê xwe dabûyê, leşkerekî kurd hemû axavtin jê re werdigerandin. Got, li ser vê xaka qedîm heta niha qirkirin çêbûne, hêvî dikim êdî azadî pêk were û gel, çand û ol pêkve bijîn.
Di nav tozê de, li ber germa nîvroya payîzê, di bin wî asmanê şîn de merasim didomiya. Tîpa Qamişlo hate ser dikê; piştî pêşkeşkirina dansên neteweyî, kurteşanoyek dramatîze kirin ku jineke kole ji aliyê leşkerên kurdistanê ve dihate rizgarkirin.
Helbet ev jina xweşik û spehî temsîla Kurdistanê bû. Dema lîstika wan qediya, bawer nakim kesek ku wê gavê hêstir nebarandibin mabe. Lewre serkeftîbûna lîstîkê ne girîng bû; wê kêliya ku bi gotin, dirûv, diruşme, şahid, hêstir, wêne û hemû motîf û sembolan hatibû nazikkirin herkes li hemanek û hêncetê bû… yanî mirov bi hareketeke basît, bi remzeke biçûk an bi gotineke sivik dikaribû bigiriya.
Em guhê xwe bidin Emerê misilman:
“Du birayên min, Remezan û Salih wê rojê hatine kuştin. Ez bi xwe jî du-sê salî bûm û birîndar bûme, ji mirinê filitîme. Wê demê diya min li halekî bûye. Bavê min ez xelas kirime…”
Li gorî belgeyan, di tevkuştina gundê Sorya de 39 kes hatine kuştin, bi dehan kes birîndar bûne. Lê li wir jî hate gotin ku belgeyên li ser vê tevkuştinê gelekî kêm in; di arşîvên PDKê de jî agahdariyeke dorfereh tune. Bi têne birûska serxweşiyê ya ku wê demê Serokê Nemir Mele Mustefa Barzanî ji gundiyan re hinartiye û belgeya çend pereyên ku wek yarmetî hatine şandin heye.
Wê rojê, di yekemîn merasima ku ji bo tevkuştina gundê Sorya hate li darxistin, camêrekî pêşniyareke wiha vegot li ser kursî:
“Miriyên me di niha di bin ava sedê de, ne rehet in. Gundê berê bi xwe jî di bin avê de ma. Bila gundekî nimûne bi navê Sorya bête avakirin. Bila abîdeyek, heykelek li ser riya Zaxo ya navdewletî wekî temsîla tevkuştina gundê Sorya bête avakirin… Bila berpirsê vê tevkujiyê, di serî de jî A.Kerîm Xelîl Cihêşî yê ku dibêjin niha sax e û li Mûsilê dijî werin mehkemekirin… ”
Dema merasim bi dawî dibû, min nêzîkî 25 rûpelan hevpeyvîn çêkiribû. Min behsa beşeke kurt kir di vê gotara xwe de. Lê ez bi gotinên Gulê bi dawî bînim gotara xwe û bila belge, foto û agahdariyên din, ji bo lêkolîneke dorfereh bimînin.
Min ji Gula Asûrî pirsî, “ Gelo niha tu çi hîs dikî, çi tê bîra tê?”
Fermo bersiva wê: “Gundê me û digel goristana gund 39 gorên qurbaniyên tevkuştina Sorya di bin sedê avê yê ku Saddam çêkiriye de man. Yanî niha miriyên me di bin avê de ne. Ez gelek caran xewnan dibînim. Wê rojê dîsa min xewnek dît, min ji bavê xwe pirsî, babo tu çawa yî? Hun zanin çi bersiv da min? Got, keça min ez baş im, lê cihê me şil e...!”