Çima venebe, her tiştek wextek heye. Wekî modeyê ye. Ne ku di dilê me de kul tune ne. Ne ku em qencî û xerabiyê ji hev dernaxin. Ne ku em cawên kê pîs e û kî ji neslekî pak e em nizanin. Ango em cemayuzulewela xir kurdên Tirkiyeyê dizanin.
Çima venebe, her tiştek wextek heye. Wekî modeyê ye. Ne ku di dilê me de kul tune ne. Ne ku em qencî û xerabiyê ji hev dernaxin. Ne ku em cawên kê pîs e û kî ji neslekî pak e em nizanin. Ango em cemayuzulewela xir kurdên Tirkiyeyê dizanin.
Lê li vê ecêbê binêrin “Gelek kes”an xwe dûrî xebatê me dikirin. Me rojê panzdeh-bîst saetên xwe ji bo ziman, çand, wêje û manewiyata civata xwe xerc dikir.
Wê demê wan “Gelek kesan” xwe dûrî me dikir. Qaşo ew li dijî otorîte û rêxistinan bûn. Lê wê demê zulm hebû. ..zulm hebû. Zulm li kabokê bû. Xwediyê zilmê otorîteya herî mezin bû. Temsîla wê zilmê jî ERGENEKON bû.
Wext guherî, ji 1999an û vir ve, gelek kesên wek min hêdî hêdî berê keştiya xwe guhertin. Çeper, sazî û baregeh mixabin hatin terikandin.
Pirsa muhîm bipirsim: Îro jî eniya me li ya EREGENOKÊNê dikeve, sîngê me li ya wan dikeve. EERGENEKON dixwaze xwîna me vexwe. Lê îro dîsa ew kes di sefê EREGENEKONê de ne!
Îro rant e, hert tişt derew e. Gelxapandin e. Yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e. Lê xwedê şahid e, misqalek heqî winda nabe û misqalek batil nabe heq!
Li tu deverê dinyayê heta hetayê zilm, batil, neheqî û împeretoriya derewan nebûye hukumdar. Wekî navê xwe zanim kurdên ERGENEKONparêz wekî qeşaya li ber rojê ewê bihelin.
Hemû hêza miletê kurd dane pişt xwe, xurtiya xwe mêranî dihesibînin! Mêr ew e ku lawaz û jêrdest be û serbilind be. Ne ku pesnê xwe bi xwurtiyê bide.
Hêza we xurtiya we ye. Yên wek min bêhêz in. Me ne ordî heye, ne murîd, ne nefer, ne jî aşîreta me heye. Em û dilê xwe ne; “Dilê şilftazî.”
Lê gotina me neqediyaye…heta hêj gotina me nehatiye gotin! Ez bi xwe bi deftera wan ên ku li ber deriyê otorîteyê wekî gavanan kar dikin baş dizanim. Ehd be, ezê rûyê kurtîlxuran reş bikim.