Kürtçe Makaleler
TEMO
10-09.2009-Ankara
-1-
Li Diyarbekir: Govend li ber helbestên Qedrîcan-Cizîrî û Bisqa Temo*
Cara ewil li ber Bedenên Diyarbekir min ew dît. Heçku li serê çiyayekî asê, raserî geliyekî, li hemberî newaleke kûr bi ser valahiyeke bi xof de diqiriya û dengê wî yê ku olan dida; dibû xunaveke nermijî û dibariya bi ser bitenahiya lawir, ava di hewtikan û cumle hawîrdorê wî çiyayê asê de.
Dengê têlên bisqa wî mirov dikire hermoniyekî hîdayetnebûyî… carnan tê serê her mirovî; dengek, rengek, neqşek an jî sûretek bi çenbilê mirov digre û dibe nav labîrenta salên zarokatiyê. Mirov nedizane ew tiştê ku bi çenbilê me girtî çi ye, ne jî pê dihese ka ew çi tişt e ku ewqasî mirov dide ber xwe û ji ber çi, evçend bandorker e.
Ya min jî ev mesele bû; dengê ku li ber sûrên Diyarbekir, wekî yê mirovên berê; ew dengê nekedîkirî û dirinde rahişte min û bi xwe re birime cihekî ji min re ne xerîb, lê cihekî ku bi tu awayî min pê nezanî ka ev çi cih e, kengî min dîtiye?
Helbet, pirs û hewldana pêzaniyê ji binê hişê min êrîşî “Halê Gavê” diki. Ez di nav dema bihurî û dema niha de, wekî sewesiyekî bi sewda likumîm.
Welhasil, bi kurtî çêj û zîzbûna têla wê bisqê, bû haveynek û xwe bera dilê navenda vîna min da. Wekî kêlikeke “Oxya”yê derbas bûn çend stranên wî:
“Dêrika Çiyayê Mazî
Welatê bav û kala
Lê sed hewar û gazî
Jê dûr ketim çend sal e…”
Sûrên ji zarokên xwe qutbûyî, şaîrê ji welatê xwe dûrketî û hozanekî bi çol û çiyan ketî; her sê têgihên trajîk ez xistim nav deryaya hestan, bi nav pêpelûkên zaroktî, sîpetî û xortaniyê de hilkişiyam wê gavê.
Deng ê Temo bû. Hozan Temo.
Li Diyarbekir Festîwala Çand û hunerê li dar diket. Festîwal a cara ewil bû. Hozan Temo li ser dikê bû û gotinên helbesta Hozanê ku li paş têlên bi drî, ji aliyê din, di ser xaka mayînkirî re bi salan, bi hesret û vîneke sotîner li vî alî, ango ji “Binxetê” ber bi “Serxetê ve çav kuskusandibûn, kiribû stran.
Temo, Qedrîcan û Burcên Diyarbekir.
Dawî Melayê Cizîrî jî li wir peyda bû:
"Îro ji derba xencerê bi êşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê perîşan î Mela
Zanim perîşan î ji dil bê hed bi êşan î ji dil
Teşbîhê buryan î ji dil billah ne insan î Mela”
Nizanim, dengê Temo, hovîtiya bisqê û gotinên Cizîrî tameke çawa werdigirt? Ev gezoyê zaroktiya min bû, tama wê dihate bîra min… firûyê k udi çar pênc saliya min de dayika min pêşkeşî min kiribû an çi?
Firqet, hezn û lipeygerîna heqîqetê; ji devê Qedrîcan, Cizîrî û Temo…tenbûra bêpergal û melûliya têrheybet a burcan, sûretekî nejbîr neqişand di bin hişê min de û yên di bin hişî de, derxistin.
Dîsa ew bisqa fehş, wehşî û hov. Her ku ew bisq ango tembûra fehş û hov û har dibû, bêtir bûyer, reng, deng, sûret û remz bi lezîn ji binê hişê min, bi awayekî êrîşker der dibûn. “Halê Gavê” û “Demên bihûrî” ez ji hal dixistim. Yanî ji cîhanê qut dibûm, nizanim çawa tarîf bikim, ya hema wisa bêjim: “Ez ji ezîtiye derdiketim” û hew.
-2-
Duhok: Êvareke Têrhuner , awaza Temo, Kamûran û Kulîlkên Ezêb
Rojeke têra xwe dirêj, heta tu bêjî bes germ û sayî derbas bûbû. Bexçeyên Yekîtiya Nivîskaran, bi gotina gelek ji şaîrên bi tementir, “Hedîqeyê îtîhatê” xwe dîsa ji şeveke bi “Gotin”, “Awaz” , xwarin û vexwarinê re amade dikir.
Tîna roja himhimî, Çiyayê Spî, Şindoxa û Çiyayê Mansînê qijilandibûn. Digel şêniyên ku ji geryana Şkefta Çarstûn, Girê Maltayê, Zawîte û Amêdiyê vedigeriyan; şaîr û nivîskarên bajêr jî westa xwe berdabûn û dê pêşî rêya xwe bi mal bixistana û dawî berê xwe bidana nav bexçeyê Yekîtiyê.
Em jî wekî kesên ku ji derveyê bajêr hatibûn, lê bajar di nava me de bû, yanî wekî hezkirî û bendiyên Duhokê têra xwe kerixîbûn ji ber germa sotîner.
Me dît ku li nav Bexçeyên Nivîskaran in.
Evareke esmer û bayekî hênik.
Jixwe Duhok bajarê “Gotin”, “Awaz” û bajarê êvarên “Hênik” e. Bayê ku di newalê re dihat; westan û tîna rojê ya ku di canê mirov de top bûbû, dialast, miz dida û coşeke wekî ya zarokên li ber lîstikê dixiste dilê mirov.
Beriya ku jibîr bikim, bibêjim: Duhok ne tenê bajarekî esmer e, ne tenê bajarê “Gotin”, “Awaz” û “Şevên Hênik” e…Herwiha duhok bajarê “Xwarin” û “Vexwarinê” ye jî.
Wekî Duhokiyan gotî, “Elekuli”…hew me dît ku em di sînga êvareke esmer, li ser sifreyeke hazir, di nav pêla “Awaz” û “Gotin”ê de ne.
Cara ewil min Temo ji dûrve, li hemberî hezaran kes û li ser sahnê; li Diyarbekir, li kêleka burcan dîtibû û guhdarî kiribû.
Lê niha ez di nav hejmareke bi qasî civatekê camêr û canik de bûm. Şaîr, nivîskar, hunermend û maqulên bajêr…mêr…jin. Belkî panzdeh, belkî bîst kes hebûn.
Temo di nav me de, di xeleka sohbetê de bû. Dengê çetel, kevçîk û kêrikan hate birîn. Dor a “Gotin” û “Awaz”ê bû.
Dengekî kûvî, resen û yê wekî wan pîrê Zerdeştiyan ku di şikeftan de stewiyayî hêdî hêdî êvara me zept kir.
Dîsa ew bisqa wehşî, dîsa ew deng “Bêterbiye” lê di ser “Terbiye”yê re û dîsa gotinên bijarte:
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Evîna te kûr e, hêviya dinê
Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb
Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da
Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mehfûra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand”
Bisq…awaz…şeva esmer…Temo…Diyarbekir…burc, Qedrîcan, Cizîrî…evîn…zarokatî…ma ne çi?
Keder…keder û keder.
Bayê hênik, gotinên biqedr; nezaket û gotinên hedinandinê, gotinê hêvîdayinê: “Sebr divê, ewê rejîmên rasîst û kotekker bifeşilin…xweşî dê were”…”Rojhilata Navîn dê bibe bexçê gulan”.
Şeveke rehmanî bû, heçku em li perestgehê, di nav huşû û îbadetê de bin.
Temo…rûyekî qemirî, rûyekî wekî deryayeke piştî tofanê binive, veweste. Hedinî û pijiyayî.
Xwediyê zimanekî otantîk û ji çerxa me dûr; heçku sal 1800 be û ew li Laleş digel “Feqîr”an di zikrê de be!
Û dema ku distrand; hemû têgih, argûman, alav, xanî û kincên demên modern dibûne dûvpişk, mar û canawer…kîn û eziyet dikeliya û bilind dibû li hemberî pergal û ristên serdest ku çand, hewa, av, daristan, siruşt û masumiyet lewitandin û ji holê rakirin.
Dibihîzim ku niha Temo li bajarê “Gotin û awaz”ê, heykelan çêdike.
Ma li navîna Rojhilata me çi ma ku nelewitî Temo? Ji bilî stran û gotinên me…ji bilî awaz û hunerê me.
Ma çi ma li cîhana me binpê nebûbe Temo? Ji bilî bisq, gîtar û murç, pergel, îskarpela, firçe û sahneya me.
*Izedîn Temo: Bi eslê xwe ji Serxetê ye. Li Tirbespîyê jiyaye. Muzîsyen û heykeltraş e. Li Frensayê bi cih bûye. Şiîrên Cizîrî, Qedrîcan, Kamran Bedirxan û gelek şaîrên din beste kirine.