Kürtçe Makaleler

“Rindiyek Ewê Cîhanê Rizgar Bike!"


01.07.2009-Ankara


Jixwe ne mimkun e sibehê, piştî saet 08an binivim. Ji zarokatiya min ve wisa ye. Min got saet heşt lê pirê caran saeta min a hişyarbûnê 06 an 07 e.

Lê îstîsna ne lê ye. Dema ku pirsgirêk wekî devê hûtekî ezmanî, wekî kêvjalan xwe li newqa min dipêçin û dixwazin hema wê gavê daqurtînin, ew şev êdî xedar e; lê şefeqa wê malwêrantir e.

Ma li vê kambaxê serê kîjan camêr û canikê li ser balgîhekî rehet û bi aram e, lê nebêjin derd ji derdan girantir hene. Piştî şeveke ku ez bêjim; “Wê şevê derdên kesî ji yên min ne girantir, kela tu kesî ji ya min ne germtir, bawer dikim hestên kesî jî yên min belkî ne naziktir û teniktir bûn.” Helbet ev baweriya min e. Kesekî din jî dikare van gotinên min ên subjektîf li gorî moxila xwe bihejîne an xwe bi ser bixe an jî bibin.

Yanî min negotiye wê şevê xemên min ji yên herkesî kezebşewatşir bûn; na, nexêr ez wî mafî li xwe rewa nabînim. Tenê min got, “Xemên kesî ne di ser xemên min re bûn.” Ê li gorî vê gotina min kesekî din jî xwedî maf e ku wiha bibêje; “Waa felankeso, wele derdê te ji yên min ne girantir e. “ Rast e ser çavan. Bila be..!

Ha şeveke wisa bû…beriya ku melayê mizgeftoka taxa Hîlala me ku li ser Çankaya ye, bi maqamê “Saba”, lê maqamekî detonebûyî bixwîne, ez hilçeniyam û ev pirsên ku ezê wan li jêrîn xal bi xal rêz bikim, êrîşî mêjiyên min ên ku vê hefteya dawî ji ber rewşa hewaya siyasî, aborî, malbatî û iqlîmî ez nebêjim dewixî bû; lê bawer bikin wekî ku bi doqikan hatibe kutandin wisa westiyayî û bêmane li cîhana me ya bêîstiqrar difericî kirin.

Êrîşeke wisa bi lez, bê aheng û ji xwe û me re. Hûn baş dizanin, belkî tê bîra we; dema ku xwarin an tiştekî biqedirtir li xizanan belav dikin çawa herkes êrîş dike û hindek kesên jar di nav piyan de dimînin ya. Êrîşeke bi vî rengî.

-Xwedê tu kesî muhtacê nan neke û bi birçîbûn û muhtacbûnê terbiye neke, an necerîbîne; bêlome be..!

Welhasil ka ez wan pirsên ku ji nav wê xirecira sibeha piştî ku xeman pekiya û zor da bedena min rêz bikim:

-Gelo, mirov jêhatiyê zimanekî be mirov dibê zilamekî/jineke çê?

-Ma ku fikra mirov baş be, mirov bi xwe jî çê ye?

-Gelo Ingilîziya biwêja “Tir li ku das li ku…” çi ye?

-Gelo welatparêzek welatekî bi çend dînaran difroşe, xayînek welatekî bi çend dînaran difroşe?

-Serokan em çêkirine an me serok çêkirine?

-Wijdanê Xwedayê Musilman, Yahûdî, Xiristiyan, Mecûsî, Bûdîst û yê Xwedayê din mirov bide ber hev, yê kîjanî “ Biwîjdantir e?” Ma gelo wijdan mezin e an Xweda?

Mine heq û hed di pirsan de nedît, ne mecbûr bûm guhê xwe bel bikim û bi serekî dewixî debar bikim li ber eletewşiyeke di vê berbanga ku ruh, beden û mêjiyê min kerixîye de.

Peyva hozên hate hişê min: “Rindiyek dê cîhanê rizgar bike…”

Pirtûkên me yên tozgirtî, hêwî û bêmecal ji refan hatin xwarê, otorîteya me li ser wan kêm bû. Wekî ku dibêjin, “Berxê ku bêxwedî ma an gur dibin an diz dibin”, libo libo pirtûk ji taq kêm dibin. Bawer dikim ev delîla lawazbûna baweriyê ye. Naxwe, gotina hozên, “Rindiyek dê cihanê rizgar bike” li ku ma?

Ma gelo, ewqas rist, stran, hoz, dirûşme, soz, peyman û ehd lîstikeke zaroktiyê bûn? Wey tî…êdî nifş li pey çi ne. Zikên mezin ne îşareta dilpakiyê ne, çavên beloq, awirên bêmane, şaşbûyî ne ji xêrê re ne!

Dimînîme ecêbmayî ku mirovekî dildar çawa dikare gotinên aqilane bike di serdema me de. Nizanim mirov çawa maqul û sernerm dimînin.

Ji metelmayinê wê de me; nizanim çawa hê jî hindek kes dersa etîkê li me dielîmînin. Ma ka çi ma?

Ma çi ma…!

Li cîhana me çi ma; dad, azadî, dostanî, wekhevî êdî li mezatê ne meze ne jî li ser mêzan!

Jixwe gotineke Hozên mabû: “Rindiyek ewê cîhanê rizgar bike…” Me ne soz man…ne kitêb…ne wefa…ne hoz û ne jî doz…!